Konferansa 5`emîn a Yekitiya Êzidiyan a Efrîn û Helebê hate lidarxistin

Yekitiya Êzidiyan ya Efrîn û Helebê konferansa xwe ya 5`an bi dirûşma "Êzidatî nasname, çand, dîrok û berxwedanî ye" li dar xist. Di konferansê de hevserokan û komîteyên yekitiyê hatin hilbijartin.

12 hezîran, 2023   14:42
ŞEHBA

Yekitiya Êzidiyên Efrîn û Helebê, bi beşdarbûna bi sedan êzidiyan û endamên saziyên Rêveberiya Xweser ya Şehba û Efrîn bi dirûşma "Êzidatî nasname, çand, dîrok û berxwedanî ye" konferansa xwe ya 5`an li hola Mîtan a navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê li dar xist.

Wêneyên Rêber Apo û şehîdên berxwedana Serdemê li holê hatin daliqandin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, li ser navê hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso axivî û wiha got:" Em sersaxiyê ji gelê xwe yê Efrîn û Şehbayê re dixwazin, her wiha em şifaya acil ji birîndaran re dixwazin."

Hiso wiha berdewam kir: "Dewleta Tirk bi van êrişên xwe yên li ser herêmê dixwaze gel bike hedef ji bo ve jî em gel hem berxwedan hem têkoşîna xwe dê bilindtir bikin.Dewleta Tirk nikare gelê kurd bi siyaseta xwe ya qirêj bixapîne. Her wiha nikare projeya netewa demokratîk jî têk bibe. Bi êrişa xwe ya di 10`ê Hezîranê de li ser herêmê û bi şehîdxistina 3 şervanên YPG`ê sûcekî li dijî mirovahiyê kirin. Ev nayê qebûlkirin."

Hiso balkişandin ser tecrîda li Rêber Rêber Abdullah Ocalan û wiha got: "Tecrîda girankirî û serdana parêzer û malbatê ku tê redkirin, pê dixwazin Rêber Apo ji gel qut bikin. Ev tecrîd li ser Rêber Apo hatiye ferzkirin, da ku çareserî neyê dîtin ji ber ku kilîta çareseriyê li Îmrraliyê ye. Ji bo ku tecrîd  bişkînin û Rêber Apo  fizîkî azad bikin, em dê têkoşîn û berxwedana xwe  mezin bikin."

Di dawiya axaftina xwe Xerîb Hiso wiha got: "Em bi fikr û felsefeya Rêber Apo gihiştin vê rojê. Her wiha Êzidî di vê roja pîroz de konferansa xwe li dar dixin û li ser felsefeya ku Rêber Apo ji me re daniye em dimeşin."

Piştre endama Yekitiya Êzidiyan ya herêma Efrînê Orîvan Menan perspeketîfên Rêber Apo xwedin. Li ser kar û xebatên yekitiyê sinevzyon hate pêşandan.

Dûre ji bo dîwanê konferansê, hevserokên Yekitiya Êzidiyan Hisên Nebo û Eyşe Sîd, hevseroka TEV-DEM`ê Gulê Cefer hatin hilbijartin û peyamên pîrozkirinê yên Yekitiya Êzidiyan a Sûriye û Ewropayê hatin xwendin ku lidarxistina konferansê pîroz kirin û hêviya serkeftinê jê re xwestin.

Piştî wê endama Yekitiya Êzidiyan ya Efrînê Orîvan Menan rapora kar û xebatên 2 salan a yekitiyê xwend ku ji aliyê beşdaran ve hatin nirxandin.

Beşdaran rêziknameya yekitiyê nîqaş kir û bi giştî erê kir.

Di konferansê de Silêman Cafer, Meryem Cindo ji bo hevserokatiya yekitiyê hatin hilbijartin û 8 komîte hatin avakirin. Endamên hilbijartî, sond xwarin ku erkên xwe bînin cih û berdewam bikin.

Konferans bi encamnameyekê bi dawî bû.

 (zş/şx)

ANHA