'Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin'

Çalakgerên çalakiya konvedanê ya Kobanê destnîşan kirin ku dê serkeftin para wan be û dê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin.

'Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin'
11 hezîran, 2023   15:18
KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê ji bo şermezarkirina biryara dirêjkirina 6 mehan a qedexeya hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re, çalakiya konvedanê li qada şehîd Egîd a bajarê Kobanê li dar xist.

'EM DÊ TU CARÎ PAŞVE NEÇIN'

Di çarçoveya çalakiyê de, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Adil Hec Kerho got: "Em dê tu carî paşve neçin, armanca me êdî ji bo her kesî zelal e. Em dê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan têk bibin û em dê li dawiyê bi ser bikevin."

Hec Kerho bêdengiya rêxistinên navneteweyî bi taybetî ya CPT'ê şermezar kir û got: "Dirêjkirina qedexeya hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re heta 6 mehên din, binpêkirina mafên mirovan û tunekirina nasnameya gelên herêmê ye."

'EM DÊ BI FIKRÊ RÊBER ABDULLAH OCALAN XWE VEJÎNIN'

Her wiha, welatiya bi navê Salhe Elî destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan gel ji tarîtiyê derxist û got: "Em soz didin ku xwedî li baweriya Rêber Abdullah Ocalan derkevin û em ê bi fikrê wî xwe vejînin."

'EW NIKARIN ÎRADEYA ME TÊK BIBIN'

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Kobanê Hecî Qolagasî got: "Ev ne cara yekê ye ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide me ji rêberê me dûr bixe, lê belê ew nikare îradeya me ya li ser bingeha fikrê Rêber Abdullah Ocalan têk bibe. Em ê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî tê bikoşin."

Dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne ku ji 25'ê Adara 2021'an de tu agahî jê nayê girtin.

(mh/şx)

ANHA