Jinan bandora zanist û teknolojiyê li ser gerdûnê nîqaş kir

Li Helebê komxebateke têkildarî bandora zanist û teknolojiyê li ser gerdûnê hat lidarxistin.

Jinan bandora zanist û teknolojiyê li ser gerdûnê nîqaş kir
Jinan bandora zanist û teknolojiyê li ser gerdûnê nîqaş kir
Jinan bandora zanist û teknolojiyê li ser gerdûnê nîqaş kir
Jinan bandora zanist û teknolojiyê li ser gerdûnê nîqaş kir
Jinan bandora zanist û teknolojiyê li ser gerdûnê nîqaş kir
Jinan bandora zanist û teknolojiyê li ser gerdûnê nîqaş kir
Jinan bandora zanist û teknolojiyê li ser gerdûnê nîqaş kir
Jinan bandora zanist û teknolojiyê li ser gerdûnê nîqaş kir
Jinan bandora zanist û teknolojiyê li ser gerdûnê nîqaş kir
8 hezîran, 2023   13:39
HELEB

Meclisa Jinan a Sûriyeyê û Navenda Lêkolînên Jineolojî komxebateke girêdayî bandora zanist û teknolojiyê li ser gerdûnê li hola civînan a beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar xist. Endamên jin ên partiyên siyasî, saziyên sivîl, komîn û meclis beşdarî komxebatê bûn.

Endama Meclisa Jinan a Sûriyeyê Rîham Mihemed mijara yekemîn a komxebatê bi rêve bir. Rîmah tîgehên zanist û teknelojiyayê şîrove kirin got: "Zanist çavdêrî, ceribandin û lêkolînkirina mijarên xwezayî, gerdûn û zindî û hwd.. û encamgirtin e. Tekneolojiya jî bikaranîna zanistê ji bo armancên pratîkî ne."

Li ser derketin û pêşketina teknelojiyayê jî Rîham got: "Di serdema keviran de mirov dest bi bikaranîna keviran kir, piştre  agir keşif kir. Di wê demê de teknelojiya di çarçoveya hunerên pratîkî yên dazayenkirina endazyarî de sînordar bû."

Mijara duyemîn a bi navê ''Jineolojî û zanist" ji aliyê endama navenda Jineolojî Orîvan Ebdo ve hat birêvebirin.

Orîvan got: "Ya ku jinan bi dest xistibûn ji destên wê hatin derxistin. Zanist, teknelojiya, çand, huner, raman, ol û gelek aliyên din ku di serdema neolojîtîk de xwe li derdora jinan bi rêxistin kiribûn, di encama feraseta mêrê serdest de hilweşiyan. Hemû stûnên madî û manewî yên jiyana civakê ku xwe li derdora jinan pêş xisitibûn hatin wêrankirin."

Orîvan li ser jineolojî diyar kir ku jineolojî hebûna jinan bi awayekî zanistî şîrove dike.

Di komxebatê de pirsên wekî çima zekaya çêker gefan li mirovahiyê dixwe?, çawa zekaya çêker bandorê li jiyana mirovan û pêşeroja wan dike?, rê û bazên durist ên bikaranîna teknelojiyayê çi ne û di kijan alî de mirov dikare teknelojiyayê bi kar bîne?, hatin kirin.

Di bersivên pirsan de hate gotin, teknelojiya zekayeke ku ji aliyê mirovan ve ji bo xizmeta kapîtalîzmê ve hatiye çêkirin. Her wiha hate gotin ku divê mirov teknelojiya bi awayekî hevseng û nezêde bi kar bîne da ku rola mirov neyê tunekirin.

(bb)

ANHA