Seferên balafiran di navbera Sûriye û Siûdiyê de dest pê dikin

Berpirsekî balafirên sivîl ê girêdayî hikumeta Şamê ragihand ku Erebistana Siûdiyê li ser seferên balafiran di navbera her du welatan de erê kir.

Seferên balafiran di navbera Sûriye û Siûdiyê de dest pê dikin
8 hezîran, 2023   13:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendeyê Balafirên Sivîl a hikumeta Şamê Basim Mensor aşkera kir ku Erebistana Siûdî li ser daxwaznameya Sûriyeyê ya ji nû ve pêkanîna seferên balafiran di navbera her du welatan de erê kir.

Li gorî rojnameya El Weten a bi ser hikumeta Şamê ve, Mensor da zanîn ku şîrketên balafiran a Sûriyeyê û Ecnihet El Şamê tedbîrên pêkanîna geran pêk tînin.

(fr)