​​​​​​​Welatiyên Reqayê biryara dirêjkirina tecrîdê şermezar kir

Welatiyên Reqayê bi meşeke girseyî biryara dirêjkirina tecrîdê li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku tecrîdê bi dawî bikin.

​​​​​​​Welatiyên Reqayê biryara dirêjkirina tecrîdê şermezar kir
8 hezîran, 2023   12:34
REQA

Endamên meclisên sivîl, leşkerî, nûnerên Rêveberiya Xweser, Kombûna Jinan a Zenûbiya û partiyên siyasî meşeke girseyî li dar xist. Meş ji Qada Kombûnê heta naverasta Reqayê dom kir.

Welatî li pêş Qada Meclisa Giştî ya li naverasta Reqayê kom bûn. Welatiyan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên "Em bêdengiya navneteweyî ya li hember êrişa dewleta Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin" hildan.

Li Qada Agirkujiyê ya li başûrê Reqayê meş vegerî mîtîngê. Li wir hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Zelîxe Ebdî axivî û wiha got: "Em îro derketin da ku tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar bikin. Em li ser li felsefeya Rêbertî ya avakirina Sûriyeyeke pirreng a demokratîk a nenavendî dimeşin."

Zelîxe wiha domand: "Em jinên Reqa û gundewarên wê bi partiyên xwe yên siyasî soz didin Rêbertî ku têkoşînê bilind bikin û bi rihekî berpirsiyar tev bigerin û azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin."

Li ser navê Meclisa Qanûnsaz a Reqayê Elî Salih daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin dîrok têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan a ji bo mirovahiyê dinivîse. Rêber Abdullah Ocalan projeyeke navneteweyî pêşkêş kir da ku li dijî çewisandin û despotiyê ji gelan re bibe meşaleya azadiyê.

Meclisê di daxuyaniyê de destnîşan kir Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan di dîrokê de mîna wê pêk nehatiye.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin nêzî 25 salan e Rêber Abdullah Ocalan têkoşîn û berxwedaneke bêhempa di girtîgeha yekhucreyî de dimeşîne. Bi wê yekê li hember tevahî zehmetî û astengiyan bi rihekî bilind disekine. Her wiha di girtîgehê de projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan mîna projeyeke siyasî ya altarnatîfa modela netewedewletê pêşkêş kir. Ji lew re tecrîdeke giran li ser ferz dike.

‘DÊ DEWLETA TIRK DI PLANÊN XWE DE BI BIN BIKEVE’

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dê dewleta Tirk di planên xwe yên qirêj ên li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û siyaseta xwe ya dijminane de bi bin bikeve. Ji ber ku Rêveberiya li ser têkoşîn û fedakariya hemû pêkhateyên xwe hate avakirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî, rêxistinên mirovî, hêzên demokratîk û hezkiriyên aştiyê hate kirin ku zextê li dewlet Tirk bikin û wê neçar bikin Rêber Abdullah Ocalan serbest berdin.

(fr)

ANHA