​​​​​​​Li Qamişloyê merasîma 2 gerîlayan

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê merasîma xiyabî ji bo gerîlayên şehîd Zîlan Amed û Roj Qamişlo li dar xist.

​​​​​​​Li Qamişloyê merasîma 2 gerîlayan
8 hezîran, 2023   11:45
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê merasîma xiyabî ji bo gerîla Xezale Mihemed (Roj Qamişlo) ku di 29′ê Nîsana 2019′an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, li dar xist.

Di merasîmê de bi sedan şêniyên Qamişlo û gundewarên wê, nûnerên ji meclis, saziyên sivîl, leşkerî û ewlehî, nûnerên partiyên siyasî û endamên Kongra Star amade bûn.

Konê sersaxiyê li pêş mala malbata şehîd Roj Qamişlo ya li bajarokê Hîmo yê Qamişloyê hate vegirtin.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Meqsede Osman hemû şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê bi bîr anîn û sersaxî da malbata şehîd Roj.

Li aliyekî din jî ji fermandariya Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Mihemed Zêdan bal kişand ser girîngiya têkoşînê ji bo azadî û ewlehiyê û got şehîd Roj ji cîhanê re îsbat kir ku jin dikarin welatê xwe ji dagirkeran biparêzin.

Zêdan destnîşan kir ku berxwedana gerîla û şervan raber dikin planên dewleta Tirk a dagirker ên zindîkirina Împaratoriya Osmanî têk birin.

Her wiha endama Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cewahir Osman bal kişand ser berxwedan û têkoşîna jinan di tevgera azadiya Kurdistanê de û wiha got: "Jina Kurd mîna şehîd Roj, Zîlan, Sakîne, Sarya, Viyan, Sara bi rêya destanên lehengane û fedakariyên li pêş êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker xwe îsbat kirin."

Di dawiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Revîn Şêxmûs wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

DÊRIK

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/49xMD2BHVg4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo gerîla Sozdar Osê (Zîlan Amed) jî merasîma xiyabî li dar xist. Zîlan Amed di 29′ê Nîsana 2019′an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû.

Konê sersaxiyê li pêş mala malbata şehîd a li gundê Girzîro yê herêma Koçerat a Dêrikê hate danîn. Di merasîmê de şêniyên Dêrik, navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê, nûnerên meclis û saziyên sivîl beşdar bûn.

Li wir endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Elî Hacî sersaxî da malbata şehîd û îşaret bi fedekariyên şehîdan ên parastina welatî û herêmê kir.

Ji fermandarên QSD′ê li herêma Dêrikê Mihyedîn Xêrkî bal kişand ser rola malbatên welatparêz; malbata şehîd zîlan di parastina destkeftiyên şoreşê û fedekariyên ji bo serkeftinê.

Xêrkî got ew têkoşîna xwe dewam dikin û dê şopa şehîdan bidomînin.

Di dawiyê de Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehîd Zîlan Amed xwend û radestî malbatê kir.

(fr)

ANHA