‘Her kesê li vir dijî, deyndarê Rêber Abdullah Ocalan e’

Kongra Star a Herêma Firatê biryara dirêjkirina qedexeya hevdîtina Rêber Abdullah Ocalan bi parêzer û malbatê re heta 6 mehên din, şermezar kir.

‘Her kesê li vir dijî, deyndarê Rêber Abdullah Ocalan e’
7 hezîran, 2023   13:04
KOBANÊ

Bi dirûşma "Dem dema azadiya Rêber Apo ye" Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê civînek li navenda Meclisa Lihevanînê ya Herêma Firatê ya Kobanê bi beşdariya endamên koordînasyonê li dar xist.

Di civînê de endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Emîne Bekir axivî û got her kesê li herêmê dijî deyndarê Rêber Abdullah Ocalan e.

Emîne wiha domand: "Divê em têkoşînê li hember hemû kesên komployê li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk tînin, bilind bikin û dengê xwe bigihîn cîhanê û sûcên li dijî rêber Abdullah Ocalan û bêparbûna wî ji mafên hevdîtina malbat û parêzerên xwe aşkera bikin."

Emîne wiha pê de çû: "Tecrîda li dijî Rêbertî tecrîda li dijî gel e, bi taybet li dijî jinan e ku li ser şopa Rêbertî dimeşin."

Li aliyekî din, mamosteya Zanîngeha Kobanê Narîn Temo axivî û wiha got: "Armanca Rêbertî ya sereke tevgerkirina girseya gel e ku xwedî li armancên neteweyî derkevin û xebatê bi hemû keda xwe bikin û li hember hemû zehmetiyan bisekinin. Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan ku pêdiviya neteweyê pê heye, mirovekî durist û dilê wî tijî xêr û bawerî ye."

Her wiha endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Peyman Eloş bal kişand ser rola Rêber Abdullah Ocalan.

Di dawiyê de beşdaran li ser dirêjkirina biryara qedexeya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re nîqaş hate kirin.

(fr)

ANHA