Ji Minbicê banga girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Xelkê bajarê Minbicê li djiî dagirkeriya dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo girtina qada hewayê ya herêmê li pêşiya balafirên Tirkiyeyê, meşek li dar xist.

Ji Minbicê banga girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Ji Minbicê banga girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Ji Minbicê banga girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Ji Minbicê banga girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Ji Minbicê banga girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Ji Minbicê banga girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Ji Minbicê banga girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
7 hezîran, 2023   12:53
MINBIC

Meş bi dirûşmeya “Ciwanên sûrî hemû şêwazên dagirkeriya dewleta Tirk red dikin” ji aliyê Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê ve hat organîzekirin. Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan, şêx û rûsiyên eşîran, Meclisa Malbatên Şehîdan, Kombûna Jinan a Zenûbya, rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û bi dehan şêniyên bajêr beşdarî meşê bûn.

Meşê ji pêşiya Çarxerêya El Herem a li ser rêya Cerablusê dest pê kir û li pêşiya avahiya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya li bajêr veguherî mitîngê. Di meşê de alên Partiya Sûriya Pêşerojê û pankertên bi nivîsên mîna “Em banga ferzkirina qedexeya hewayî li civaka navneteweyî dikin” , “Na ji balafirên Tirkiyeyê re” hatin rakirin.

Li pêşiya avahiya meclisa partiyê, piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin. Berdevkê meclisa ciwanan a partiyê Nasir Xalid diyar kir ku çalakiya wan ji bo şermezarkirina dagirkerî û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li axa Sûriyeyê ye.

Xalid bal kişand ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû derfetên xwe êrişî herêmê dike, bi taybet bi rêya balafirên bêmirov ên biçek, topavêj û şaneyên veşartî û got: “Armanc dikin ku tirsê bixin navê dilê şêniyan. Lê hîna asta hêz û îradeya gel û israra ciwanên sûriyeyî nizanin.”

Xalid, di nava axaftina xwe de bêdengiya hêzên navneteweyî li hember van kiryaran şermezar kir û ev peyam da wan: “Bese hûn çavê xwe li hember van sûc û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker digirin. Her kes dizane ku dewleta Tirk a faşîst derbeyê li vê projeya mirovî dixe.”

Xalid, li ser navê ciwanên Sûriya Pêşerojê û hemû ciwanên Sûriyeyê diyar kir ku ew ê li dijî van binpêkirinan têkoşînê berdewam bikin û wiha dom kir: “Divê civaka navneteweyî qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya balafirên Tirkiyeyê ku li dijî gel û saziyên sivîl êrişan pêk tînin, bigire.”

Di dawiya mitîngê de dirûşmeyên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hatin berzkirin.

(c)

ANHA