Komîteya Koçberên Serêkaniyê desteserkirina maleke rûspiyekî şermezar kir

Komîteya Koçberên Serêkaniyê desteserkirina çeteyên dewleta Tirk a dagirker maleke rûspiyekî herêma Serêkaniyê û piştî ew mal kirin navenda qaşo meclisa êlan şermezar kir.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê desteserkirina maleke rûspiyekî şermezar kir
7 hezîran, 2023   13:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya koçberên Serêkaniyê tevî daxuyaniyê wêneyeke mala hatiye desteserkirin belav kir.

Di daxuyaniyê de komîteyê, siyasetên desteserkirina mal û milkên koçberên Serêkaniyê, şermezar kir.

/ar/uploads/files/2023/06/07/131356_mjls-mzawm.webp

Komîteyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi guhertina demografiya herêmê û desteserkirina mal û milkên koçberan, dixwazin rewabûnê bidin hebûna xwe û wiha domand: “Piştî dagirkirina kantonê, bi birêz Mihemed Elî Şêxo Xelîl re xwestin ku vegere kantona dagirkirî û di mala xwe de rûne lê cihê xwe di meclisa sivîl a dagirkeriyê de bigire. Ew ev daxwaz qebûl nekir.  Ji ber wê çeteyan mala wî desteser kir û kirin navenda qaşo meclisa êlên Sûriyeyê.”

Em sûcên li dijî sivîlên resen şermezar dikin û bang li tevahî aliyan, rûspî û şêniyên herêma Serêkaniyê û hêzên navneteweyî dikin ku sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê rawestînin û got: “Em dev ji mafê vegera warên xwe bernadin lê bi şerta ku dagirkerî jê derkeve. Em bêdeng namînin.”

(dm/şx)