Li herêmên hikumeta Şamê kehrebe bihatir dibe

Şêniyên Helebê yên li taxên di bin kontrola hikumeta Şamê de ji ber bihabûna kehrebeyê zehmetiyan dikişînin ku her ampêrek digihîje 45 hezar lîreyî.

Li herêmên hikumeta Şamê kehrebe bihatir dibe
Li herêmên hikumeta Şamê kehrebe bihatir dibe
Li herêmên hikumeta Şamê kehrebe bihatir dibe
Li herêmên hikumeta Şamê kehrebe bihatir dibe
Li herêmên hikumeta Şamê kehrebe bihatir dibe
Li herêmên hikumeta Şamê kehrebe bihatir dibe
Li herêmên hikumeta Şamê kehrebe bihatir dibe
7 hezîran, 2023   08:24
HELEB - NISRÎN ŞÊXO

Welatiyên ku li herêmên hikumeta Şamê dijîn di nav zehmetî û pirsgirêkan de mane, nexasim ji ber krîza aborî ya dijwar ku bandor li hemû qadên jiyanê kiriye.

Ji ber daketina nirxê lîreyê Sûriyeyê li hember dolar ku bûye 9 hezar lîre, bihabûn gelekî zêde bûye û malbatên sûriyeyî gelek êş û azaran dikişînin.

Taxa Eşrefiye ya Helebê beşek jê di bin kontrola hikumeta Şamê de ye. Şêniyên di vê beşê de dijîn, ji ber bihabûna kehrebeyê zehmetiyan dikişînin ku her ampêrek bûye 45 hezar lîreyê Sûriyeyê.

Li wir, jenerator 2 danan kehrebeyê didin, yek ji saet 10:00`an sibehê heta 14:00`an û danê din ji saet 15:00`an heta saet 22:00`an e. Xwediyên jeneratoran heftane ji bo her ampêrekê 35 hezar lîre dibir, lê niha bûye 45 hezar lîre.

Welatiya bi navê M.E. ku ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike û li heman taxê dimîne, ji ajansa me re wiha axivî: "Bihakirina ampêran barê me gelekî giran kir. Her ampêrek çend çira û televîzyon pê dixe. Em nikarin sarincan an jî cilşoyê bixebitînin.”

Welatiyê bi navê E.X. jî destnîşan kir ku biryara bihakirina ampêran, di Çileya borî de hat dayîn û got: “Lê ji ber ku şênî û xwediyên jeneratoran bi hev ketin û hikumeta Şamê destwerdan nekir wê demê, bihakirin heta Adarê hat derengxistin. Ji wê demê ve ampêr biha bûn.”  

E.X. wiha domand: "Eger welatiyên vir tenê xwe bispêrin mûçeyên xwe û tu pereyan ji xizmên xwe yên li derve wernegirin, wê demê ew ê çawa bikarin pêdiviyên malên xwe peyda bikin ku tenê ji bo ampêrekê 45 hezar lîreyan heftane didin."

(mh/şx)

ANHA