Nasnameyên qurbaniyên li beravên Cezaîrê noq bûne, aşkera bûn

Navenda Belgekirina Binpêkirinan navên qurbaniyên sûriyeyî yên jiyana xwe di keştiya penaberiyê ya li beravên Cezaîrê ji dest daye de, aşkera kirin.

Nasnameyên qurbaniyên li beravên Cezaîrê noq bûne, aşkera bûn
7 hezîran, 2023   07:56
KOBANÊ

Navenda Belgekirina Binpêkirinan duh dabû zanîn ku keştiyeke penaberên sûriyeyî ku şeva duşemê ji Erhatê ya Tîbaza Cezaîrê ber bi Spanyayê ve çûye, piştî çend saetan noq bû. Li gorî agahiyên ku navendê dane, di keştiyê de 22 kes hebûn.

Navendê agahiyên nû dan û got di keştiya noqbûyî de 26 penaber hebûn û îro navên gelek welatiyên noq bûne yên ji Kobanê, belav kirin.

Navên aşkera bûne ev in: Selah Yûsif, Yasmîn Cewdet Seidî, Helîme Mihemed Mistefa, Edîb Dalî û hevjîna wî (nav hîna nehatiye eşkerekirin), Ferman Edîb Dalî, Selah Mehmûd Yûsif, Mehmûd Karho Xelîl, Mesûd Mistefa Mihemed û Ula Ebdurezaq ên hevjînên hev, Larîn Mihemed, Emîra Mihemed Hebeş, Ehmed Kîko. Her wiha Cemîle Mihemed Elî û Şiyar Mihemed ên hevjînên hev û kurê wan Azad Şiyar Xelîl ên ji Efrînê.

Her wiha hate zanîn ku 8 penaberên ji Cezaîrê jî di heman keştiyê de jiyana xwe ji dest daye.

(fr)

ANHA