​​​​​​​Rojnamevan Firat Can Arslan hate destgîrkirin

Polîsên Tirk vê sibehê nûçegihanê MA’yê Firat Can Arslan di serdegirtina malê de destgîr kir. Li Cizîrê jî 2 kes hatin destgîrkirin.

​​​​​​​Rojnamevan Firat Can Arslan hate destgîrkirin
7 hezîran, 2023   07:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên dewleta Tirk a dagirker îro bi ser mala nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Firat Can Arslan a li paytexta Tirkiyeyê Enqereyê de girt û destgîr kir. Arslan bi hinceta “propagandaya rêxistinê” hate destgîrkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê.

LI CIZÎRÊ 2 KES HATIN DESTGÎRKIRIN

Li navçeya Cizîr a Şirnexê jî di saetên serê sibê de polîsan bi ser gelek malan de girt. Piştî lêgerîna li malan hate kirin welatiyên bi navê A.R. û M.R. hatin destgîrkirin.

Hinceta destgîrkirina her du kesan nehate zanîn.