Rojnameyên erebî: Guhertin di feraseta Tirkiyeyê ya li hember Sûriyeyê de tune ye

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa nêzîkatiya dewleta Tirk a li hember dosyaya Sûriyeyê, rewşa Lubnanê û şerê Sûdanê kir.

Rojnameyên erebî: Guhertin di feraseta Tirkiyeyê ya li hember Sûriyeyê de tune ye
7 hezîran, 2023   07:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat der barê rojeva Sûriyeyê de wiha nivîsî: “Dosyaya Sûriyeyê yek ji mijarên sereke bû ku piştî ku serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hikumeta xwe ya nû ava kir, der barê wê de pirs hatin kirin. Di koma nû ya hikumetê de ku Erdogan şeva Şemiyê ragihandiye, navên 3 kesayetên di mijara Sûriyeyê de pispor û ji detayên rêgeha dan û standinên ji bo normalîzekirinê yên bi navbeynkariya Rûsyayê û Îranê jî beşdar bûye agahdar in, derketin pêş.

Wezîrê karên derve yê nû Hakan Fîdan ku berê serokê îstixbaratê bû, yekemîn peywendiyên bi aliyê Sûriyeyê re dan destpêkirin, her wiha bi rêya hevdîtinên wî bi serokê Nivîsgeha Ewlehiya Neteweyî ya Sûriyeyê Elî Memlûk re bingeha dan û standinan danî. Her wiha ji sala borî de beşdarî civînên sêalî û çaralî yên wezîrên parastinê, wezîrên karên derve û serokê îstixbaratê dibe.

Îbrahîm Kalin ku berê berdevkê serokatiya komarê bû, bû serokê nû yê îstixbaratê. Kalin, ji ber ku şêwirmendê ewlehiyê yê Erdogan bû û peywendiyên bi Rûsya, Amerîka û Ewropayê re bi rê ve dibirin, bi xurtî di mijara Sûriyeyê de rol lîst.

Wezîrê nû yê parastinê Yaşar Guler jî serfermandarê berê bû, her çar operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li bakurê Sûriyeyê (ji 2016’an heta 2020’an) bi rê ve birine, her wiha di operasyonên “Mertalê Firatê” (2016) û “Şaxê Zeytûnê” (2018) de fermandarê hêzên bejahî bû. Di 2018`an de jî serfermandarê artêşê bû û operasyonên “Kaniya Aştiyê” li bakurê rojhilatê Sûriyeyê û “Mertalê Biharê” li Idlibê di 2020`an de bi rê ve birine.”

‘MÎŞEL EWN JI BO DÎTINA ALTERNATÎFA EZÛR-FIRENCIYÊ LI SÛRIYEYÊ YE’
Rojnameya El Ereb jî têkildarî rewşa Lubnanê nivîsî: “Derdorên siyasî yên Lubnanê diyar kir ku armanca serdana serokkomarê berê yê Lubnanê Mîşel Ewn ji bo Şamê û hevdîtina wî bi serokê Sûriyeyê Beşar Esed re, daxwaza destwerdanê ji bo başkirina têkiliyên Tevgera Nîştimanî ya Azad û Hizbullahê ye. Nexasim piştî biryara Tevgera Nîştimanî ya namzetiya wezîrê darayî yê berê Cîhad Ezûr e, wekî bersivdayîna girêdana Partiya Şîe bi namzetiya serokê Tevgera El Merede Silêman Firenciye.
Heman derdoran destnîşan kir ku armanca serdana Ewn ji bo Şamê piştî qutbûna 14 salan, gihandina vê peyamê ye ku Tevgera Nîştimanî ya Azad hîna girêdayî rewşa xwe ya berê ye.
Heman aliyan got, dibe ku serokkomarê berê yê Lubnanê ji serokê Sûriyeyê xwestiye ku destwerdanê bike, ji bo ku zextê li her du hevalbedên şîe bike da ku li şûna Firenciye-Ezûr, alternatîfekê bibînin.”

′XERTÛM: ŞERÊ XWÎNDAR Û METIRSIYÊN JI DORPÊÇÊ′

Rojnameya El Beyan jî der barê rewşa Sûdanê de wiha nivîsand: "Duh li Xartûmê dengê teqîn û şerên dijwar hat bihîstin. Hemwextî wê şerê di navbera artêşê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de dewam kir. Niştcihên paytexta Sûdanê Xartûmê bi fikar in ku bikevin bin dorpêçeke giştî.

Bi dijwarbûna şer re rewşa mirovî xirabtir dibe û hêviyên bidawîkirina şer kêmtir dibin. Ruxmî ku dan û standinên Cedayê yên bi navbeynkariya Siûdiyê-Amerîkayê hatin astengkirin jî, lê belê dan û standin ji bo agirbestê û vekirina koorîdorên alîkariyên mirovî bijarteya yekane ye.

Duh, kanala El Erebiye li ser zimanê çavkaniyan ragihand ku aliyên şerê Sûdanê dan û standinên neyekser li Cedayê yên ji bo agirbestê dewam kirine.”

(fr/c)