Ji bo bidawîkirina dorpêçê hemleya haştagê

Çalakvan û bikaranînerên sosyal medya, ji bo bidawîkirina dorpêça li ser Şenga û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê, vê êvarê haştag radigihînin.

Ji bo bidawîkirina dorpêçê hemleya haştagê
6 hezîran, 2023   14:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakvan û bikaranînerên sosyal medya ji bo bidawîkirina dorpêça li ser Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye îro saet di 21:00`an de, haştag radighînin.

Hikumeta Şamê, doprêçeke tengav li Şehbayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye ji zêdetirî 5 salan ve ferz dike. Lê di Tebaxa 2022`yan de, girantir kir û nahêle madeyên bingehîn û sotemenî derbas bibe.

Li gorî çalakvanan, çaverê ye ku haştagê bi ajansa me re parve bikin ku dê rojekê berdewam bike. Wê sibe saet di 21:00`an de bi dawî bibe.

Çalakvanan banga piştgiriya xelkê Şehba, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û belavkirina haştagê kir.

Çalakvanan di 8`ê Gulanê de haştag #Şam-me dorpêç dike-Tirkiye-me dikuje li dijî dorpêça hikumeta Şamê û êrişên dewlet Tirk a dagirker ên li ser koçberan li Şehbayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye ragihandibû.

(dm/şx)