59 malbatên êzidî vegeriyan Şengalê

59 malbatên êzidî ji kampên Başûrê Kurdistanê vegerin Şengalê.

59 malbatên êzidî vegeriyan Şengalê
6 hezîran, 2023   14:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Êzidiyên li kampên Başûrê Kurdistanê dimînin, piştî ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê pêdiviyên pêwîst ji bo vegera wan peyda kirin û binesaziya hin bajar û gundan sererast kirin, vedigerin malên xwe li Şengalê.

Çeteyên DAIŞ`ê havîna 2014`an êriş Şenalê kir. Di encamê de, bi hezaran êzidî hatin kuştin û girtin. Piştî rizgarkirina Şengalê ji çeteyan, beşek ji wan vegeriyan Şengalê.

Piraniya koçberên Şengalê di kampên li Dihok û Hewlêrê de dimînin. Partiya Demokrat a Kuristanê (PDK) ku ev kamp di bin kontrola wê de ne, êzidiyan di gelek dosyayan de bi kar tîne.

Tevî ku dewleta Tirk bi êrişên xwe hewl dide vegera wan asteng bike, lê êzidî bi israr in ku vegerin warên xwe.

Li gorî Roj News`ê, piştî ku Rêveberiya Xweser bi hevkariya rêxistinên mirovî pêdiviyên rojane peydakirin û binesaziya hin gundan û bajaran sererast kirin, vegera ber bi wan bajar û gundan dest pê kir. Di vê çarçoveyê de 59 malbatên êzidî ji kampên herêma Kurdistanê vegeriyan Şengalê.

Mudirê navçeya Sinûne, Xudêda Cokî bang li tevahî êzidiyan kir ku vegerin Şengalê û her wiha bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku alîkariya êzidiyan bikin ji bo ku vegerin Şengalê.

(dm/şx)