Gerînendetiya Avê avakirina hewza Meştenûr bi dawî kir

Gerînendetiya Avê ya herêma Firatê, xebatên avakirina hewza avê ya Meştenûr li Kobanê bi dawî kirin. hewz têra hezar û 400 metrecab av dike û dê pirsgirêka avê ya 3 taxên bajêr çareser bike.

Gerînendetiya Avê avakirina hewza Meştenûr bi dawî kir
6 hezîran, 2023   13:54
KOBANÊ

Gerînendetiya Avê ya herêma Firatê ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmbûna avê li taxên; Şehîd Kawa, Botan Rojhilat û Meqtelê yên bajarê Kobanê çareser bike, di Cotmeha 2022`yan de dest bi avakirina hewzeke avê li girê Meştenûrî yê Kobanê kir.

Hewz têra hezar û 400 metrecab av dike. Lêçûna wê heta niha gihaşt 181 hezar dolar e. Gernînedetiyê lêçûna dawîn a projeyê bi 222 hezar dolar texmîn kir. Gerînende hewz ceriband û tenê maye ku bi tora avê ya taxên navborî were girêdan.

Der barê mijarê de hevserokê Gerînendetiya Avê ya herêma Firatê Mesûd Bozî diyar kir ku çaverê bû ku xebatên avakirina hewzê di Nîsana borî de bi dawî bibana. Lê ji ber hin şert û mercan, dereng ma û got: “Êrişên li ser herêmê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, erdheja li herêmê çêbûye di Sibatê de, ev bûn sedem ku proje dereng bi dawî bibe.”

Girêdayî projeyên pêşerojê de Bozî ev agahî parve kirin: “Projeyên me li gorî budceyê ye. Em dê hewl bidin ku gelek projeyan li herêma Firatê pêk bînin.”

(dm/şx)

ANHA