ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6-6-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6-6-2023
5 hezîran, 2023   23:00

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê dirêjkirina 6 mehan a qedexeya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, şermezar kir û destnîşan kir ku armanca wan bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şebekeyên madeyên hişbir ji herêmên dagirkirî, herêmên Hikûmeta Şamê, ji Iraq, Başûr û Îranê bi rêyên cur bi cûr madeyan derbasî herêmên xweser dikin. Balkêş e ku ji bo derbaskirina madeyan belgeyên desturê yên bazirganî, rêxistinên mirovî û alîkarî bikar tînin. (BI WÊNE)

Kombûna Jinan a Zenbûya ya li gorî felsefeya Rêber Abdullah Ocalan a “Jin, jiyan azadî” ava bûye, bi plansaziyên girîng derbasî sala sêyem dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li Akademiya Şehîd Ebû Leyla bi hezaran şervanên hatine perwerdekirin, hêvî û armancên wî jiyanî dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pergalên ku beriya Şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an Sûriyeyê hikum kirin, tu eleqe nedidan jîngeha Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, lê belê dest danîn ser berhemên wê yên sererd û binerd. Plan û bernameya Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweser çi ne? (BI WÊNE)

Erdogan careke din bû serokkomarê Tirkiyeyê û diyar e bi israr e ku hevrikên xwe yên berê îqna bike ku êdî dema rêbazên wî yên şer boriye. Nexasim ku hewldanên vegerandina têkiliyan bi Misir û Siûdiyê re hene, têkiliyên wê bi Îmarat û Îsraîlê re jî hatine guhertin. (BI WÊNE)

Koma Zarokan a girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Efrînê klîbeke nû bi navê ‘Perperîk’ derxist. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan cenazeyê endamê Trafîkê Ciwan Îbrahîm li Goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir dike saet di 9:00`an de û konê sersaxiyê li pêşiya mala wî ya li taxa Kornîş vedigire saet di 16:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA