Şêniyên Helebê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir

Di çarçoveya hemleya "Jin Jiyan Azadî.. ser bixe azadî" de, Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê xwepêşandanek ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li dar xist.

Şêniyên Helebê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir
Şêniyên Helebê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir
Şêniyên Helebê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir
Şêniyên Helebê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir
Şêniyên Helebê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir
Şêniyên Helebê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir
Şêniyên Helebê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir
Şêniyên Helebê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir
Şêniyên Helebê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir
5 hezîran, 2023   18:42
HELEB

Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan xwepêşandanek li dar xist û soz da ku tola Rêber Abdullah Ocalan hildin û azadiya wî ya fîzîkî bi dest bixin.

Bi sedan endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd kom bûn û dest bi xwepêşandanê kir.

Xwepêşandan li ber çerxerêya Zeytûn a taxa Eşrefiye rawestiya û veguherî mitingê.

Di mitingê de rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê Hêva Bekir destpêka hemleya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan a bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî… ser bixe azadî" ragihand.

Hêva Bekir wiha axivî: "Ji 25 salan ve desthilata Tirk a dagirker tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dike ku ji 2 salan ve me tu agahî jê negirtine. Îro jî qedexeya hevdîtina wî bi malbat û parêzerên wî re ji bo 6 mehên din hat dirêjkirin."

Hêva Bekir destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku gelê Kurd di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de qir bike û got: "Em ê li hember kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan bêdeng nemînin û em ê tola wî hildin."

Xwepêşandan bi siloganên "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(mh/şx)

ANHA