Ji Rojava komxebata Kurdistanî ya jîngehê

Komeleya Keziyên Kesek, peydarkirin çareseriyên ji qirêjiya pilastîkê re û rewşa jîngehê li Kurdistanê di komxebata xwe de nîqaş kirin. Her wiha “ji bo jîngeheke saxlem pêwîstî bi jihevderxistin û wergerandina çopê, li her deverê çandina daran û amadekirina biranşa çanda jîngehî” gelek pêşniyar hatin kirin.

Ji Rojava komxebata Kurdistanî ya jîngehê
Ji Rojava komxebata Kurdistanî ya jîngehê
Ji Rojava komxebata Kurdistanî ya jîngehê
Ji Rojava komxebata Kurdistanî ya jîngehê
Ji Rojava komxebata Kurdistanî ya jîngehê
Ji Rojava komxebata Kurdistanî ya jîngehê
5 hezîran, 2023   18:54
QAMIŞLO

Bi boneya Roja Jîngehê ya Cîhanê, Komeleya Keziyên Kesk a Jîngehî bi dirûşma “Peydakirina Çareseriyan ji Qirêjiya Pilastîkê re” komxebatek li ser asta Kurdistanê li hola Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo li dar xist.

Di komxebatê de rewşenbîr, nivîskar, lêkolîner û pisporên jîngehê, rojnamevan, endamên Kongreya Star, Meclisa Malbatên Şehîdan, nûnerên Rêveberiya Xweser, Yekitiya Ragihandina Azad (YRA), Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND) û Kongreya Îslama Demokratîk amade bûn.

Di komxebatê de berdevkê Komeleya Keziyên Kesk Zîwer Şêxo axivî û roja jîngehê li hemû haziran pîroz kir. Şêxor diyar kir ku ew weke saziyeke civaka sivîl ji bo jîneheke paqij û layiqî civaka xwe tevdigerin û got: “Armanc ew e ku em bi rêbazekî jîngehî bijîn. Li dijî xweza û jîngeha Kurdistanê bi gelek rêbazên polîtîkî,  xerabî tê kirin, ji wan şewtandina daristanan, bikaranîna çekên kîmyewî û avakirina bendavan. Me xwest li ser van xalan hinek nîqaşan pêş bixin.”

LI HERÊMÊ PÊWÎSTIYA CIVAKA EKOLOJÎ

Cîgira Desteya Şaredariyan a Rêveberiya Xweser û Jîngehparêz Bêrîvan Omer bal kişand ser rewşa jîngehê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û destnîşan kir ku ekolojiya civakî zanistek e ji bo avakirina hevsengiya gerdonî ye.

Bêrîvan wiha pê de çû: “Bi rêya komînan ancax birêvebirineke xweser ji milê civakê ve pêk bê. Bingeha fikirê ekolojî ne bendemayîna xebatên şaredarî û saziyên jîngehî ye. Pirsgirêka bi karkirina saziyan çareser nabe. Divê ziniyeta li beramberî jîngehê ji milê civakê ve bê guhertin. Koopratîf jî bendeke esasî ye, pê ekolojî û aboriya civakî pêk tê. Piştî avabûna Rêveberiya Xweser têgîna parastina ekolojiyê nû hat şîrovekirin. Herêma me herêmeke hişkesalî hatibû hiştin. Di salên derbasbûyî de gelek dar hatin çandin, cihê çopê li Herêma Cizîrê hat guhertin, li şûna wê dar hatin çandin. Li komînan ji hev cudakirina cureyên çopê pêşket, çopa li nexweşxaneyan cuda tên danîn. Projeya esasî jî ew e jihevderxistin û wergerandina çopê ye.”

PILASTÎK Û BANDORÊN WÊ YÊN NEYÎNÎ

Rêveberiya Beşa Jîngehê ya Kantona Hesekê Rovend Ebdo di axaftina xwe de bal kişand ser bandora qirêjiya pilastîkê li ser jîngehê û diyar kir ku pilastîk ji madeyên betrolê pêk tê, li cîhanê bi şoareşa pîşesazî re derket û got: “Mirov jî ji bo pêwîstiyên jiyanî heta niha bikar tîne. Cureyên wê ji 1-6 tê wergerandin. Cureya 7`an a pilastîkê nayê wergerandin li ser axê gelekî xetere ye. Pilastîk di nava axê de zû nahele, encax piştî derbasbûna 10 salan bihele. Bandora wê li ser avê, hewayê û avhewayê heye. Her wiha li ser mirov, ajal û şînkayî heye, nexweşiyan bi wan re çêdik. Hin caran digihêje mirinê. Ji bo rê li pêşiya bikaranîna plastîkê bê girtin, gelek pêşniyar li ser asta çîhanê hene; li şûna turikên ji plastîk, turikên ji kaxiz yan jî caw bên bikaranîn.”

LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ REWŞA JÎNGEHÊ

Jîngehparêz û Nivîskarê Jîngehî Amanc Qurbanî ji Rojhilatê Kurdistanê online tev li komxebatê bû. Qurbanî bal kişand ser pirsgirêkên jîngehî li Rojhilat û diyar kir ku qirêjiya avhewa û zeviyan heye, ava gola Zirêbar a li bajarê Mirêwan kêm dibe, bandoreke neyinî li zeviyên çandiniyê tê kirin. Ji bo kargehên gazê û pîşesazî daristanên Belotan ji holê tên rakirin, li gelek bajaran hişkesalî heye û wiha dom kir: “Avakirina bendavan hevsengiya jîngehê û rêya çeman xera dike. Wezareta Çandiniyê bi erkê xwe ranabe, gelek ajal tên kuştin. Zindî ji neçarî ji herêmê koç dikin, bûyerên lehî zêde dibin. Ji ber nebûna hevsengiya jîngehî daristan kêm dibin. Bi çêkirina kanalîzasyonên belawela welatî jehrî dibin. Gelek jîngehparêz hene, rastî astengiyan tên. Em li vir jî li hember ekolojiya welatê xwe rexnedayîna xwe didin.”

LI ROJAVA

Ekademisyen û Lêkolîner Alan Remo jî axivî û wiha domand: “Van salên dawî, salên herî giran û xeternak bi ser ekolojiyê li Sûriyeyê re derbas dibin. Bandoreke neyînî li ser xwarin, tenduristî û jîngehê dewam dike. Divê çareserî ji hin jêderên xerabiyên jingehî re bên dîtin weke; jeneretor, zêdebûna seyareyan. Ji sala 2012 û 2013`an birîna daran hebû divê li şûna wan dar li her deverê bên çandin. Amadekirina biranşa çanda jîngehî bê kirin û derbasî dibistanan bibe.”

Endamê Rêxistina Kok ji bo Guhertinê (Roots For Change) Marcin Skupinski ji derveyî Kurdistanê tev li komxebatê bû, Marcin da zanîn ku ew beriya niha serdana Rojavayê Kurdistanê kiriye û li ser jîngeha wê lêkolînên wî hene. Plan û hewildanên saziyên Rêveberiya Xweser ji bo pêşxistina warê jîngehî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene û wiha dom kir: “Ji bo ihtîmalên pêşerojê yên xerab tên dîtin, divê tekoşîn ji milê civakê ve bê kirin. Ji bo pilastîkan jî pêwîstî bi vekirina kargeheke wergerandina pilastîkan hebe.”

DÎMENÊN NE BI PÎVANÊN JÎNGEHÎ

Lêkolîner Azad Alî jî di axaftina xwe de bal kişand ser avahiyên ne bi pîvanên ekolojîk li herêmê û da zanîn ku jîngehî ji 3 beşan pêk tê; jîngeha xwezayî, civakî û çêkirî (sînayî) ye û wiha pê de çû: “Xanî, bajar û avahî beşek ji jîngeha çêkirî ne. Bi jîngeha xwezayî û civakî ve girêdayî ye. Heke baş neyê sazkirin wê jîngeh bi giştî xerab bibe. Xanî êdî ji pilastîkê tê avakirin, li bajaran êdî dîmeneke xerba (qirêj) tê dîtin, ji ber xetên kehrebeyê, stûnên kehrebeyê, pankartên dikanan û rûyê avahiyan. Divê ev pirsgirêkên navborî gav bi gav bên çareserkirin.”

LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Nivîskar û Rojnamevan, Pisporê Karûbarên Hawirdor û Jîngehê Xalid Silêman jî ji Başûrê Kurdistanê online tev li komxebatê bû. Silêman da zanîn ku li Başûr ji hêla rayedaran ve girîngiya parastina jîngehê nayê kirin. Tenê gotin dimîne, bêhtir li berhemê petrolê digerin û wiha domand: “Guhertin li ser avhewayê heye, baran kêm dibe û germahî zêde dibe, lehî jî rû dide. Pirsgirêka axê heye, çareseriyeke stratejîk jê re tune ye. Ji bo avakirina welatekî jîngeh tê de ne kêmî warê siyasî, çand û ziman e. Bermahiyên pilastîk jî pirsgirêka wê heye, bi wergerandinê çareser dibe, ji ber hebûna wan zirarê li jêdera enerjiyê dike.”

Komxebat bi nîqaşên der barê mijarên parastina jîngehê de bi dawî bû.

(sb)

ANHA