​​​​​​​Li Kobanê şehîd Feysel Ebû Leyla hat bibîranîn

Li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê şehîd Feysel Ebû Leyla bi merasîmekê hate bibîranîn.

​​​​​​​Li Kobanê şehîd Feysel Ebû Leyla hat bibîranîn
​​​​​​​Li Kobanê şehîd Feysel Ebû Leyla hat bibîranîn
​​​​​​​Li Kobanê şehîd Feysel Ebû Leyla hat bibîranîn
​​​​​​​Li Kobanê şehîd Feysel Ebû Leyla hat bibîranîn
5 hezîran, 2023   15:44
KOBANÊ

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Leşkerî ya Minbicê û heval û malbata şehîd di merasîmê de beşdar bûn.

Di serî de endamê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed El Cadir bal kişand ser rola şehîd Feysel Ebû Leyla di têkbirina çeteyên DAIŞ'ê de û got: "Kesê ku bi şehîd Ebû Leyla re şer kiriye lehengî û dilnizmiya wî nas dike, ew ji bo şervanên ku niha herêmên xwe diparêzin bûye nimûneya lehengiyê."

Her wiha endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mehmûd El Îdo şehîd Feysel Ebû Leyla bi bîr anî û şopa ku wî di dilê şêniyên herêmê de hiştiye anî ziman.

Merasîm bi siloganên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

Di 3'yê Hezîrana 2016'an de Feysel Ebû Leyla di şerê li dijî DAIŞ'ê yê di çarçoveya pêngava rizgarkirina Minbicê de bi giranî birîndar bû, lê tevî hewldanên bijîşkan ew di 5'ê heman mehê de şehîd bû.

Şehîd Feysel di cengên li dijî hêzên hikumeta Şamê de yên taxên Helebê wek Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Heleba Kevin û li Laziqiyê û Eyn Îsayê beşdar bû. Her wiha di berxwedana dîrokî ya Kobanê, pêngava rizgarkirina Sirînê, Girê Spî û pêngava rizgarkirina Hol û Şedadê de jî cih girt.

(mh/şx)

ANHA