Bertekên li hember dirêjkirina tecrîdê berdewam in

Li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertekên li hember dirêjkirina dema qedexeya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re, berdewam in. Xelkê herêma Cizîrê xwepêşandanek li dar xist û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Bertekên li hember dirêjkirina tecrîdê berdewam in
5 hezîran, 2023   13:42
KOBANÊ

Şêniyên navçeya Sirînê ya kantona Kobanê li hember dirêjkirina 6 mehan a qedexeya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, derketin xwepêşandanê.

Di xwepêşdanê de şêniyên kantonê, nûnerên saziyên civaka sivîl, meclis, komîn û siyasetmedarên herêma Firatê beşdar bûn. Xwepêşandan li têketina navçeya Sirînê dest pê kir. Girseyê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan û dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.

Li qada Şaredariya Gel a navçeyê xwepêşndan rawestiya û veguherî mitingê.

Di mitingê de, endama Koordînasyona Kongra Star a navçeyê Muna Ehmed axivî û got: “Rêber Abdullah Ocalan, kesê yekemîn bû ku banga azadiya jinan kir û li rêbazên azadiya wê geriya. Em îro li vir in, ji bo ku ji Serokê re xwe re destnîşan bikin ku em pê re ne. Em dê tecrîdê bidawî bikin û azadiya wî ya fîzîkî bi dest bixin.”

Muna wiha domand: “Porjeya ku Serokê me banga wê dike, projeyeke demokratîk e, cudahiyê naxe navbera tu kesî. Lê belê banga azadiya tevahî pêkhateyan dike. Ji ber wê bû armanca zordestan.”

Di dawiyê de Muna got: “Em dizanin ku piştî hilbijartinên li Tirkiyeyê, dema qedexeya hevdîtinê bi Rêberê me re heta 6 mehan hat dirêjkirin. Em xelkê kantona Kobanê, bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mirovî dikin ku destwerdanê bikin û Tirkiye neçar bikin ku qanûnên mirovî pêk bîne.”

Xwepêşandan bi berzkirina “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

(dm/şx)

ANHA