​​​​​​​Dewleta Îranê kolberek qetil kir

Li sînorê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê pasdarên Îranê êrişî kolberan kir û di encamê de kolberekî 20 salî hate kuştin.

​​​​​​​Dewleta Îranê kolberek qetil kir
5 hezîran, 2023   12:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Kolbernewsê, li gundê Zile yê ser bi Bane yê Rojhilatê Kurdistanê ve, pasdarên Îranê êrişî komeke kolberan kir. Çavkaniyan ragihand ku di encama êrişê de kolberek birîndar bû û piştî ku rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Hate gotin ku navê kolberê hatiye kuştin, Hoşyar Hesen Zadeî yê 20 salî ye.

Li gorî daneyên Kolbernewsê di nava 10 salên borî de piraniya wan di encama êrişên pasdarên Îranê de, her wiha ji ber hewaya sar, şert û mercên giran û rêya nexweş, hezar û 795 kolber jiyanan xwe ji dest daye.