Li Efganistanê 90 xwendekar û mamoste hatin jehrîkirin

Piştî Îranê, li Efganistanê jî 90 xwendekar û mamosteyên jin hatin jehrîkirin.

Li Efganistanê 90 xwendekar û mamoste hatin jehrîkirin
5 hezîran, 2023   09:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya berpirsê 'Rêveberiya Fêrkirinê ya Xwecih' a Talîbanê, li Efganistanê li 3 dibistanên seretayî derdora 90 xwendekarên keçîn û mamosteyên jin hatin jehrîkirin.

Ji destpêka ku Talîbanê di Tebaxa 2021'ê de desthilata Efganistanê bi dest xistiye, sûc û binpêkirinan li dijî jinan zêde bûne. Talîban zextan li jinan dike û mafên wan ên perwerde, kar û çûna deverên giştî binpê dike.

Li gorî medyaya Efganistanê, duh (4'ê Hezîranê) li Dibistana Fayîzabad a seretayî ya li herêma Kalan a parêzgeha Sancharak 14 xwendekarên keçîn hatin jehrîkirin.

Di 2 rojên derbasbûyî de jî, li 2 dibistanên keçan ên li herêma Kabdabê 75 xwendekar û 4 mamoste hatin jehrîkirin. Mamoste û xwendekarên hatin jehrîkirin birin navendên tenduristiyê yên li bajarên Sarpul û Sancharak.

Di van demên dawîn de li Îran û Efganistanê jehrîkirina keçan zêde bûye. Têkildarî bûyerên jehrîkirinê û sedemkarên wan de tu agahî nehatine parvekirin.

(bb)