Dewleta Tirk hawîrdora Kurdistanê wêran dike

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide ku bi rê û rêbazên qedexekirî hawîrdora Kurdistanê tune bike. Sûcên wê yên li dijî xwezaya Kurdistanê ne tenê li ser kurdan lê belê li ser seranserî cîhanî xetere ne. Sûcê li dijî her du Firatan dike, binpêkirina ciherengiya biyolojîk e.

Dewleta Tirk hawîrdora Kurdistanê wêran dike
5 hezîran, 2023   01:45
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED SEMÎR

NY`yê sala 1972`yan, kongreya yekemîn a têkildarî hawîrdorî li paytexta Siwêdê Stokholmê li dar xist. Kongra bi avakirina bernameya hawîrdorê ya NY`yê û diyarkirina roja 5`ê Hezîranê wek roja hawîrdorê ya cîhanê encamdar bû.

Piştî derbasbûna 51 salan, cîhana me bi xetereyên jîngehî re rû bi rû maye ku avhewaya wê ji ber germbûnê tê guhertin. Di hin raporan de, tê destnîşankirin ku xetere li ser gelek dewletên cîhanê heye ku di bin ava deryayê de bimînin û li hin din ji ber kêmbûna avê zuhabûn çêbibe.

Heke binpêkirinên li dijî hawîrdorê ranewestin, rê tune ye wê karesat rû bide. Cîhana me ji ber gazên sotemeniya fosîl ku germahiya cîhanê bilind dike, di nav aloziyên avhewayê, windabûna ciherengiya biyolojîk de ye.

Ev xetere, piştî şoreşa pîşeyî ya sala 1760-1850`î dest pê kir ku kapîtalîzmê afirand û serdesta wê Brîtanya ye. Hêmanên aboriya mirovî mîna çandinî, pîşesazî û bazirganî hatin dizîn.

Rêbazên kevn ên hilberandinê yên xwe dispêrên hêza bedenî û bayê bi alavên mîkanîkî sotemeniyê û komirê û gelek madeyên din ku zirarê digihînin hawîrdorê, hatin guhertin.

Parêzvanên hawîrdorê di civîna Parîsê de ku 12`ê Kanûna 2015`an hat lidarxistin, hewl dan ku belavkirina gazên ku dibin sedema germbûna cîhanê sînordar bikin û germbûnê heta 2 dereceyan kêm bikin. Her wiha xwestin ku zêdebûna heta 1.5 dereceyî bi sînor bikin. 197 dewletan xwedî li vê lihevkirinê derket, bi şerta ku ew civîn bibe nuqteya veguhastina ber bi cîhaneke sifir karbûn ve.

Lê heta niha, wan dewletan, sozên ku dane neanîn cih. Kêmkirina belavbûna gazê heta 2030`î derengxist. Ev helwesta dewletan, gelek pirsnîşan der barê panbendîbûna wan di bidestxistina sifir belavbûn de, derdixe pêş. Li gorî zanyaran, germahiya dinyayê dê 1.5 derece derbas bike ku ev nîşaneya karesateke avhewayî ya xedar dide.

Ji bo xilaskirina gerestêrkê, divê piştgiriya jêderên enejiya paqij û aboriya kesk bê kirin. Dev ji vê rêgeza wêrankarê xwezayê bê berdan ku di encama belavbûna gaza karbondîoksîd, metan, ozon û klorofluorokarbon de rû dide.

170 dewlet hene ku berpirsên belavkirina ji sedî 90`ê gazên li cîhanê ne. Çîn di serî lûtkeyê de ye piştre Amerîka, Ewropa û Hindistan e.

Her çar kujerên cîhanê li dû pereyan in. Madem wêrankirina hawîrdorê û têkbirina hevsengiya wê, sûd li wan dike û pere dide wan ji bo ku hegemoya xwe xurttir bikin, çi bi serê cîhanê û pergala avhewaya wê were ne xema wan e.

Dibe ku 8 milyar niştecihên vê cîhanê, li beramber vê hovîtiyê li dijî avhewayê, berdêleke giran bidin, ji bo ku kapîtalîstên pîşesazî bi dewlenemdî bijîn,

Li gorî rapora belavbûna gazan a bernameya hawîrdorê ya NY`yê ya sala 2019`an, ji Çîn, Amerîka, Ewropa û Hindistanê zêdetirî ji sedî 55 gazên li cîhanê belav dibin.

Ev tê wateya ku zirarên din bigihêje avhewayê. Bahozên qaşayî, bahozên wêranker, tsonamî, erdhej, volkan, şemitîn û pêlên germê rû bidin, qaşe bihele, hişkesalî, birûsk û şewat çêbibin.

Sekreterê giştî yê NY`yê António Guterres hişyarî da ku li pêşiya mirovahiyê du vebijark hene, yan hevkarî yan jî tehluk e. Her wiha banga bilezkirina derbasbûna ber bi aboriya kesk ve kir.

Rojhilata Navîn û Afrîka ji vê guheritnê ne dûr in. Hişkahî, pileyên germahiyê yên digihêjin 56 dereceyan, nîşane ne.

Ev dê bibe sedama pêlên koçberiya bi milyonan mirovên birçî ji bo lêgerîna li çavkaniyên nû yên avê, ji bo ku tîbûna xwe têr bikin û xwarinê peyda bikin. Dibe ku ev nîşaneya derketina şer li ser jêderên enerjiyê di pêşerojê de, zêdetir bike.

Av li Rojhilata Navîn wek çekek li dijî gelên din tê bikaranîn. Tirkiye, Îran û Etiyopya mînaka wê ne. Van dewletan, bendavan ava dikin, rêjeyên avê yên ku ber bi dewletên din ve diherike, kêm dikin.

Li her çar parçeyên Kurdistanê mezintirîn kenzên Rojhilata Navîn ên av û petrolê û gelek berhemên din ên binerd û sererd hene. Dîcle û Firat yek ji wan e. Her du çeman xwedî girîngiyeke mezin in di dîrok û çanda gelê Kurd e. Her tim di çîrok, stran û gotinên pêşiyan de, cih digirin.

Di çend serdemên borî de, avê her du çeman bi xwîna kurdan rengîn bû. Tirkiye sûcên xwe bi avêtina cezayên kurdan di her du çeman de nixumandin.

Tirkiye li ser her du çeman 100 bendav li herêmên Bakurê Kurdistanê ava kirin ji bo ku kehrebeyê derxe. Hejmara bendavên ku beriya Erdogan bigihêje desthilatê 276 bendav bû. Lê sala 2003`yan dest bi avakirina 585 bendavan kir. Pê re hejmara bendavên li ser Tirkiyeyê hatine avakirin gihaşt 861 bendavan.

Tirkiye bi vê kiryarê xwe herikîna avê ber bi Iraqê ve bi rêjeya ji sedî 80 û ber bi Sûriyeyê ve bi rêjeya ji sedî 40 kêm kir. Ji ber serhişkî û pozbilindiya Tirkiyeyê, her du welatan zehmetiyan dikişînin. Her wiha nîşaneya rûdane karesateke hawîrdor û xwarinê dide.

Germehiya ji van bendavna derdikeve, rêjeya germahiya cîhanê zêdetir dike. Bandor li ciherengiya biyolojîk dike û dibe sedema qirêjbûna avê û belavbûna nexweşiyan.

Hevberdevkê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Murad Bîlgîç got, Tirkiye siyaseteke wêrankarê hawîrdorê dimeşîne. Quruciyên xayîn di vê de alîkariya Tirkiyeyê dikin. Ew karê kirêt li şûna dewletê dikin ku dixwaze şewatên di nav daristanan de çêdibin û darên ku tên qutkirin, bi destê hin din in ku têkiliya wê pê tune ye.

Bîlgîç diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze kurdan tune bike, ji ber wê hawîrdora wan a berhemdar û bi avê dewlemend û çiyayên wan wêran dike. Ji bo ku nekaribin xwe biparêzin û pêdiviyên xwe xwarin peyda bikin.

BENDAV Û BANDORÊN WÊ LI SER HAWÎRDORÊ

Têkildarî avakirina bendavan, Bîlgîç got: “Ev bendav bê pîvan û sedem tên avakirin. Ew nafikirin ku dê çawa bandor li okyanosê bike. Dê çi bi xwe re bîne. Lêkolînan çênakin. Armanca wan a yekane heye ku herêmê bê kurd be. Kurd pirsgirêka wan e. Ew dixwazin kurd li bajarên rojhilatê Tirkiyeyê nemînin. Heke hebin jî di nav komên biçûk de bin. Ji bo ku dema wan bikuje, kesek pê nehese.”

Bîlgîç mînakek li ser avakirina bendavan bi bîr xits û got: “Bajarê HesKêf di bin ava bendavê de hiştin. Gelek lêkolîn li cîhanê çêbûn û rapor hatin pêşkêşkirin ku dikarin bendav li dereke din li ser çemê bê çêkirin. Lê dewletê pê de çû da ku proje û armancên xwe pêk bîne. Ew ji vê projeyê armanc dike ku hawîrdor, dîrok û çand qir bike.”

HESKÎF

Bîlgîç pirsî çima HesKîf û got: “Ew cîhek dîrokî ye û mîrasa cîhanê ye. Cihê kurdan e û dîrok û çand hemêz dike. HesKîf sembola dîroka berdewam e. Li vir şînatiyên ku li dereke din a cîhanê şîn nabin, hene hatin tunekirin.”

Bîlgîç diyar kir ku welatiyan proje red kirin û ji bo parastina vê mîrasê, li cîhanê deng veda, lê dewletê dîsa projeya xwe domand û bajarê noqî bin avê kir.

Her wiha Bîlgîç eşkere kir ku armancên din ên Tirkiye ji avakirina bendavan li ser çemên Firat û Dîcleyê hene û wiha pê de çû: “Em dizanin ku çem di erdnîgariya dewletên din de diherike. Bendav, di destê Tirkiyeyê de çek e ji bo ku li dijî wan dewletan bi kar bîne, heke prisgirêk di navbera wan de derkevin. Pê gef li wan dewletan dixwe ku dê avê bigire.”

Bîlgîç wiha domand: “Xetereyên van bendavan hene. Her xetereyeke li ser hawîrdorê li devereke cîhanê, bandor li her kesî dike. Îro, behsa germbûna cîhanê û guhertina avhewayê tê kirin, lêkolîn û rapor hene ku kî sedema wê germbûnê ye, eşkere dike.”

QUTKIRINA AVA HERDU FIRATAN PIRRENGIYA BIYOLOJÎK TÊK DIBE

Bîlgîç destnîşan kir ku qutkirina ava çemên Firat û Dîcleyê ciherengiya biyolojîk têk dibe û di encamê de zirar digihîje seranserî cîhanê ne tenê Kurdan, ji ber wê jî divê cîhan tev dengê xwe bilind bike.

Bîlgîç wiha domand: "Daristanên Kurdistanê tên talankirin, bi sedan dever ji çiyayên Dêrsimê heta Cûdî tên şewitandin û darên wan tên birîn. Di roja 3'yemîn a erdhejê de di wexta ku her kesî destek dida zirardîtiyên erdhejê, daristanên herêma Gelî Gudernî ya Amedê hatin birîn, dema em çûn wir me dît çawa ew şaxên biçûk ên daran jî dibirin, ew dixwazin jiyanê bi dawî bikin, dixwazin herêmê veguhêzin çolekê da ku kes nikaribe lê bijî."

Her wiha, dewleta Tirk a dagirker 127 qereqolên leşkerî di 15 bajarên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê de ava kirin. Ev qereqol piştî talankirina daristanan û birîna bi mîlyonan dar hatin avakirin. Her wiha 4 hezar gund bi darê zorê hatin valakirin û ew ji aliyê qurcuyan ve hatin talankirin. Di salên 90'î de jî bi mîlyonan kes bi darê zorê ji malên xwe hatin koçberkirin

Roj News'ê demeke berê destnîşan kiribû ku dewleta Tirk a dagirker heman siyasetê li Başûrê Kurdistanê dimeşîne ku li wir zêdetirî 36 baregehên leşkerî ava kirine.

Li hember vê metirsiyê şênî ji têkçûna ciherengiya jîngehê ya ji ber bikaranîna gazên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker li Kurdistanê ditirsin.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Parastina Gel (HPG) di 27'ê Mijdara 2022'yan de 5 cûreyên çekên kîmyewî eşkere kirin ku endamê Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Murat Karayilan jî destnîşan kir ku cûreyê yekê gaza eseban e ku mirova heta demekê bê tevger dihêle. Piştre wî dikuje û navê wî Tabon e. Cûreyê duyem mirov bi gaza klorobînê dixeniqîne ku navê wê gazê Green Cross e. Cûreyê sêyem gaza agirpêxistinê ye, ev gaz mirov zuha dike û dişewitîne û li ku derê bê bikaranîn agir bi wê derê dikeve. Bi navê Yellow Cross tê naskirin. Cûreyê çarem mirov diwestîne û bêhal dike û ji bo demekê wî bêtevger dihêle, ev gaz li girê Kartal hat bikaranîn. Cûreyê pêncan jî gaza îsot e ku dema li devereke girtî bê bikaranîn zirareke mezin digihîne wê deverê û mirovan dixeniqîne.

Dewleta Tirk a dagirker li dijî pergala ekolojiyê ya Başûrê Kurdistanê qirkirineke rastîn dimeşîne ku hewl dide çiyayê Kurdistanê veguhêze çoleke bêdar.

Çiyayên Kurdistanê jî ji bo gelek cûreyên giya û ajalan wareke guncaw in, her wiha gelek cûreyên firindeyan jî dihewin.

Li Efrîna dagirkirî jî, li gor Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn - Sûriye ji dema dagirkirina wê ya di 18'ê Adara 2018'an de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nêzî 311 hezar û 800 darên zeytûnê, yên biber û yên çolê birîne.

Her wiha zêdetirî 11 hezar hîktar ji 33 hezar hiktar zevî û 10 hezar darên zeytûnê şewitandine û li şûna wan 23 avahiyên mêtingeriyê ji bo bicihkirina malbatên çeteyan û çeteyên DAIŞ'ê ava kirine.

(şx-mh)

ANHA