Rojnameyên erebî: Opozîsyona Sûriyeyê lawaz û îzole ye

Di rojnameyên erebî de hate gotin, banga opozîsyona Sûriyeyê ya diyalogên rasterast bi hikumeta Şamê re, helwesta wê ya lawaz û rewşa wê ya îzolekirî nîşan dide.

Rojnameyên erebî: Opozîsyona Sûriyeyê lawaz û îzole ye
5 hezîran, 2023   08:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro, helwesta opozîsyona Sûriyeyê nirxand ku banga diyalogên rasterast bi hikumeta Şamê re dike. Her wiha bal kişandin ser dosyaya nukleer a Îranê û hewldanên DYA û Erebistana Siûdiyê yên bidawîkirina şerê li Sûdanê.

‘OPOZÎSYONA SÛRIYEYÊ BANGA DIYALOGÊN RASTERAST LI ESED DIKE’

Der barê rewşa Sûriyeyê de rojnameya El Ereb wiha nivîsî: “Desteya Muzakereyan a Hêzên Opozîsyona Sûriyeyê roja duşemê banga diyalogên rasterast ên bi sponseriya NY'yê li rejîmê kir. Ev bang li gel guhertinên siyasî yên mezin ku li qada Sûriyeyê rû didin, hat kirin. Guhertina dawîn jî piştî tecrîdkirina 12 salan, Şamê careke din vegeriya civata Ereban.

Li gorî çavdêran, banga Desteya Muzakereyan a li Şamê nîşaneya helwesta wê ya lawaz e. Êdî ev desteya ku nûnertiya opozîsyonê dike, hema bêje îzole bûye û hêzên navneteweyî û herêmî jê dûr ketine. Lewre deste piştî ku bandora xwe ya siyasî û leşkerî ji dest da, îro hewl dide toza li ser rola xwe rake.

Desteya Muzakereyan a Hêzên Opozîsyona Sûriyeyê di civîna li Cinêvê de, banga piştgiriya hewldanên Neteweyên Yekbûyî li dewletên dost kir, da ku ji bo pêkanîna çareseriya siyasî ya li gorî biryara 2254’an a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ku di sala 2015'an de hat dayîn, bikevin nava tevgerê.

Erebistana Siûdî ya ku opozîsyona Sûriyeyê wekî baregeh ji xwe re girtibû, têkiliyên xwe bi Şamê re vegerandin. Meha borî Esed beşdarî lûtkeya Ereban a li bajarê Cedayê bû da ku tecrîda herêmî ya li ser Şamê bişikîne.

Qeter jî dibêje normalîzekirina têkiliyan bi Şamê re hîna ne di rojeva wê de ye, lê li pêşiya vegerandina Şamê li Komkara Erebî nabû asteng. Çavdêr dibêjin Qeter dizane opozîsyon bi her du baskên xwe yên leşkerî û siyasî nema bi kêrî wê tê, ji lew re vegerandina têkiliyên bi Esed re dereng dixe.

Her wiha çavdêr destnîşan dikin ku helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî opozîsyonê jî hatiye guhertin û di 2 salên dawîn de kanalên peywendiyan bi Şam û Moskovê re danîn.”

'ÎRAN û AJANSA ATOMÊ; PEVÇÛNÊN BERIYA PEYMANA DEMKÎ'

Der barê Îranê de, rojnameya El Exbar wiha nivîsî: “Îro, civîna demkî ya Civata Rêveber a Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî dest pê dike û dê heta înê dewam bike. Dosyaya nukleerê ya Îranê mijara herî girîng a civînê ye. Tê zanîn ku atmosfera beriya hevdîtinê derketibû, bandoreke erênî ji bo zêdekirina tevkariyê di navbera Îran û ajansê de kir û hewldanên çareserkirina pirsgirêkên asêmayî yên her du aliyan derketin pêş.

Hemwextî civînê, tevgerên siyasî û dîplomatîk ên ji bo kêmkirina rageşiyê di navbera Îran û rojavayiyan de zêde bûn. Lê dan û standinên nukleerê yên ji bo vejandina peymana nukleerê ji 9 mehan ve hatine rawestandin. Li gorî hin çavdêran, êdî vejandina vê peymanê bûye mûcîzeyek, lê gotegot hene ku rojavayî hewl didin peymaneke demkî li ser vê mijarê li gel Tehranê pêk çêkin.”

'BANGEWAZIYA AGIRBESTEKE NÛ LI SÛDANÊ'

Têkildarî şerê li Sûdanê jî rojnameya Şerq El Ewsat wiha nîvîsî: "Riyad û Washingtonê bang li aliyên nakok ên Sûdanê kir ku ji bo agirbesteke nû li diyalogan vegerin. Riyad û DYA'yê ji artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn xwest tedbîrên mirovî bigirin. Her wiha destnîşan kirin ew amade ne careke din dan û standinên Cedayê dewam bikin ku çarşema borî taloq kiribûn.

Di daxuyaniyekê de ku Ajansa Nûçeyan a Siûdî duh weşandibû hate gotin, ruxmî taloqkirina dan û standinan û bidawîbûna agirbesta 5 rojan jî, şandeyên artêşê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn hîna li Cedayê ne. Her wia hate diyarkirin ku Erebistana Siûdî û DYA amade ne dan û standinan careke din bidomînin."

(bb)