ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 4-6-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 4-6-2023
3 hezîran, 2023   23:00

Li gel dirêjkirina tecrîdê û qedexeya hevîdtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re, çalakvanan der barê sedemên ferzkirina vê tecrîdê pirsîn û gotin: “Em dixwazin guneha Rêeber Abdullah Ocalan nas bikin çi ye, heta ku dema qedexeya hevdîtinê dirêj kir? We çi qanûn kiriye bingeh? Bi çi mafî hûn wî ji gel, malbat û ximzên wî dûr dixin? Gelo ji ber ku banga azadiyê, demokrasiyê û mirovahiyê dike! Yan jî hûn jê ditirsin?” (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Şehîd Feysel Ebû Leyla çend roj beriya ketina DAIŞ’ê li bajarê Kobanê gotibû Kobanê nakeve, lê wê ji çeteyên DAIŞ'ê re bibe goristan. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Li herêmên Sûriyeyê yên ku hatine dagirkirin, zarok tên qetilkirin, koçberkirin, revandin, girtin û êrişên zayendî li wan tên kirin. Ji ber ambargoyê jî zarok zehmetiyên aborî û tunduristî dikişînin. (Bİ WÊNE)

Pisporên Ereb destnîşan kir ku pîrozbaniyên Îxwan Muslimîn ên ji bo Erdogan, nîşan didin ku ev kom gelek hêviyan ji Erdogan dikin. Her wiha diyar kirin ku serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan dê peywendiyên bi hêzên herêmî re bidomîne. (Bİ WÊNE)

Madeyên hişbir ji çekên herî xeternak in ku pergalên desthildar û dagirker li dijî civakan û tevegerên azadiyê bi kar tînin. Gelo ev made çawa derketine hole, çawa hatine bikaranîn û di roja îroyin de li dijî mirovan-civakan çawa bûne amûrên herî bingehîn ên şerê taybet? (Bİ WÊNE)

Rojnameyên erebî yên hefteya borî behsa tevgerên Ereban ên ji bo çareserkirina krîzên herêmê, lihevkirinên petrol û gazê û rewşa Sûdanê kir. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo têkildarî şerê gel ê şoreşgerî semînerekê li hola Navenda Çand û Hunerê ya navçeyê dide saet di 13:00`an de. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

ANHA