​​​​​​​Wezîrê karên derve hefteya bê li Tehranê ye

Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî ji bo nîqaşkirina rêbazên xurtkirina têkiliyê ndualî hefteya bê diçe Tehranê

​​​​​​​Wezîrê karên derve hefteya bê li Tehranê ye
3 hezîran, 2023   18:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Ray El Yewm ku agahiyên xwe spart çavkaniyan, Bin Ferhan dê di serdana xwe de bi serokê Îranê Îbrahîm Raîsî û rayedarên îranî yên din re bicive ji bo pêşxistina têkiliyên dualî nîqaş bike.

Wezîrê karên derve înê, bi hempîşeyê xwe yê Îranê Huseyn Smîr Ebdullahyan re piştî civîna li ser asta wezîrên welatên dostên koma BRICS a Afrîkaya Başûr, civiya.

Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî bi Twitterekê got: “Di hevdîtinê de, rêbazên xurtkirina têkiliyan di gelek qadan de, şopandina gavên pêkanîna lihevkirina di navbera her du welatan de ku Pekînê hate îmzekirin, xurtkirina kar û xebatên dualî ji bo dabînkirina ewlehiyê û aştiya navneteweyî, hatin nîqaşkirin.”

Wezaretê eşkere kir ku her du aliyan di hevdîtinê de, hêviyên xwe ji bo xurtkirina hevdîtinên şêwiriyê û nîqaşkirina rêbazên hevkariyê anîne ziman, ji bo ku asoyên erênî yên têkiliyên dualî bi rêbazekê ku xizmeta her du welatan dike, bi dest bixin.

(şx)