Rêveberiya deriyê Sêmalka: Xebatên beşa bazirganî dê dîsa dest pê bikin

Rêveberiya Deriyê Sêmalka ragihand ku tevî xebatên beşa têkiliyan û rêxistinên mirovî dê beşa bazirganî jî duşemê dest pê bikin.

Rêveberiya deriyê Sêmalka: Xebatên beşa bazirganî dê dîsa dest pê bikin
3 hezîran, 2023   18:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya vê bi çend saetan Rêveberiya Deriyê Sêmalkayê li ser hesabê xwe yê Facebookê ragihandibû ku xebatên li deriyê sînor tenê di beşên têkiliyan û rêxistinên mirovî de dê duşemê ji nû ve dest pê bikin.

Lê dûre Rêveberiyê eşkere kir ku tevî beşên têkiliyan û rêxistinên mirovî dê duşemê xebatên beşa bazirganî jî dest pê bikin.

(dm/şx)