Konferansa Weqfa Al El Beyt bi encamnameyekê bi dawî bû

Konferansa Damezirîner a El Sade El Eşraf Al El Beyt bi avakirina mecliseke giştî û bi encamnameyekê bi dawî bû.

Konferansa Weqfa Al El Beyt bi encamnameyekê bi dawî bû
Konferansa Weqfa Al El Beyt bi encamnameyekê bi dawî bû
Konferansa Weqfa Al El Beyt bi encamnameyekê bi dawî bû
Konferansa Weqfa Al El Beyt bi encamnameyekê bi dawî bû
Konferansa Weqfa Al El Beyt bi encamnameyekê bi dawî bû
Konferansa Weqfa Al El Beyt bi encamnameyekê bi dawî bû
3 hezîran, 2023   18:12
TEBQA

Vê sibê konferansa damezrêner a Elsada El Eşarif Al Elbeyt li Navenda Çand û Hunerê a bajarê Tebqayê li dar ket. Konferans bi dirûşmeya “Bi exlaqê te ey pêxemberê xweda em bilind dibin” tê lidarxistin. Hejmarek mezin a oldaran, nûnerên saziyên olî, nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl tev li konferansê bûne.

Piştî axaftina hevseroka Meclisa Rêveber a Tebqayê Hind El Elî ku bi xêrhatina beşdaran kir, serokê Weqfa El Sade El Eşraf Sînan Seydoş, hevserokê Meclisa Rêveber Hisên Osman û gelek oldar, rûspî axivîn ku lidarxistina konferasê pîroz kir.

Axêveran hêvî kirin ku konferans, encamdar be da ku çareseriyan ji pirsgirêkên li herêmê re peyda bibin.

Piştî bidawîbûna axaftinan, armanc û pergala kar û xebatê ya Weqfa Al El Beyt ji aliyê serokê weqfayê şaxê navçeya Çil Axa Şêx Îbrahîm El Nasir ve hatin xwendin.

Pergala kar û xebatê ya weqfayê ji 6 bendan pêk tê;

Avakirina komîteyan ji bo şopandina kar û xebatên weqfayê, avakirina sazûmaniyeke rêxistinî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û vekirina nivîsgehan li cihên guncew.

Weqfa Al El Beyt di çarçoveya sazûmaniya giştî ya Kongra Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, xwedî taybetmendî ne.

Avakirina mecliseke şûra ya taybet ji aliyê weqfayê ve ku nûnertiya wê di Meclisa Şûra ya Giştî ya Kongra Îslama Demokratîk dike.

Weqfa, ji bo çalakirina rola jinan di sazûmaniya xwe de li ser bingehên hevbeşiya tam, kar û xebat dimeşîne.

Komîteyên ku dê werin avakirin, divê amadekariyên lidarxistina kongreya duyemîn a weqfayê bikin û rêziknameyekê jê re amade bikin.

Ji bo meşandina kar û xebatên komîteyên navborî, 15 endam dê werin ekdarkirin.

Dûre ji bo Meclisa Giştî 71 kesayet navê xwe dan. Beşdaran jî dengê xwe dan û kesên hatin hilbijartin bûn endamên meclisê.

Piştî avakirina meclisê, Weqfa El Sade El Eşraf Al El Beyt encamnameyeke dawî da ku ji aliyê endamê Kongra Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebdurehman Bedirxan ve hat xwendin.

Encamname wiha ye: “Ji perspektîfên Kongra Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sala 2020`an, piştgiriya saziyên olî, rêbazên sofî û el zewaya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di serî de El Sade El Eşraf Weqfa Al El Beyt bû.

Di çarçoveya xebatên du salan ên weqfayê de, îro konferansa damezrîner a weqfayê li Tebqayê li dar xist.

Tevlêbûna El Sade El Eşraf ji tevahî herêman, oldaran û nûnerên saziyên sivîl, partî, rûspî û şêxên herêmê di konferansê de têkiliya manewî ya xurt a di navbera beşdaran de nîşan dide.

Piştî nirxandin û xebatên du salan ên komîteya amadekar û serokatiya Weqfa Al El Beyt El Sade El Eşraf, li ser xalên li jêr hat lihevkirin:

Wesîqeya Medîne El Munwere bingeha kar û xebatên bê yên weqfayê ye.

Esasgirtina rêgeza Al El Beyt di mizgîniyê de.

Nêrîna Al El Beyt di çareserkirina dozên nakok de yên di dîroka îslamî de esas bê girtin.

Kesê/a qenciyê dike û hewl dide civakê sererast bike, ji Al El Beyt e û ji bo me hemûya rûmet e.

Vejandina sunneta bapîrê me Mihemed selametên Xwedê lê wî û malbata wî be, di têkiliyên bi misliman û kesên din re li ser bingeha Îmam Elî Xwedê ruyê wî rûmet bike. 

Avakirina meclisekê bi navê weqfayê ku ji 61 kesan pêk tê (mêr û jin) û ji seranserî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bin û hewl bidin dengê îslamê li gorî rêgeza îslama demokratîk ragihînin cîhanê.

Meclisa Şûra ji wan kesan bê hilbijartin bi şerta ku hejmara wan 27 kes be.

Ji Meclisa Şûra mecliseke rêveber tê hilbijartin ku kar û barên weqfayê bi rêve dibe. Divê hejmara endamên meclisê 12 bin (mêr û in).

Weqfaya Al El Beyt di bin sîwana Kongraya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de kar û xebatê xwe dimeşîne.

Kesên tev li xanedana şerîf dibe, di nava weqfayê de tên qebûlkirin piştî ku kaxizên endamtiya xwe ya di xanedanê de pêşkêş bikin.

Weqfa, bi her saziyeke olî re li Sûriye û derveyê wî li gorî nirxên Al El Beyt di nav têkiliyan de ye.”

(şx)

ANHA