​​​​​​​Ji ber dorpêçê çandiniya li Şehbayê zirar dît

Di encama dorpêça li ser kantona Şehbayê de berhemên çandiniyê yên li herêmê zirareke mezin dît. Ji ber ku cotkar nikarin berhema xwe semad bikin û ji ber nebûna sotemeniyê nikarin zeviyên xwe av bidin.

​​​​​​​Ji ber dorpêçê çandiniya li Şehbayê zirar dît
3 hezîran, 2023   03:17
ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Cotkarên kantona Şehbayê û navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî, dest bi çinîna genim û ceh kir. Lê cotkaran çandiniya avî berda û tenê ya bejî çand.

Dorpêça li ser kantona Şehbayê ji hêla hikumeta Şamê ve hişt ku cotkar zeviyên xwe bejî biçînin. Ji ber ku buhayê her bermîleke mazotê milyonek lîreyê Sûriyeyê ye û tûreke sedemê jî bi 45 dolarî ye.

Cotkaran bi dehan zeviyên xwe neçandin. Her wiha ji ber hedefgirtina yekser ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve, cotkaran zeviyên li eniyên şer neçandin.

Ji sedî 30’ê rûbera çandiniyê ya li Şehba û Şêrawayê nehat çandin.

Ruxmî dorpêç û bihabûna sotemeniyê, cotkarên herêmê dest bi çinîna ceh kir û amadekariya çinîna genim jî dikin.

Hevserokê Komîteya Çandiniyê ya Desteya Aboriyê ya kantona Efrîn û Şehbayê Basim Osman anî ziman ku mewsima niha ji ber dorpêçê zirareke mezin dît û wiha got: "Ji ber dorpêçê û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê zirareke mezin bi mewsimê de çêbû. Ji ber dorpêçê cotkaran nekarî zeviyên xwe av bide û tenê bejî çandin. Ji ber ku sotemenî tune bû."

Osman wiha domand: "Bilindbûna buhayê semadê û nebûna peydakirina sotemeniyê barê lêçûnê li ser cotkaran zêde kir. Di encamê de cotkaran nekarî zeviyên xwe semad bike û dermanên bi kar bîne."

Desteya Aborî û Komîteya Çandiniyê ya kantona Efrîn û Şehbayê amadekariyê dike ku berhemên çandiniyê li gorî buhayên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirine, wergire.

(fr)

ANHA