ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-06-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-06-2023
2 hezîran, 2023   23:00

- Malbatên şehîdan ên li Qamişloyê cezayên dîsîplînê li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û got “Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan têkoşînê bidomînin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Beşek ji nameyên ku zarokên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan nivîsandibûn, wekî weşanek taybet (kovar) hatin çapkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên Efrînê yên li Kampa Vegerê dimînin bi israr in heya vegera li Efrînê li ber xwe bidin û tê bikoşin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Di encama dorpêça li ser kantona Şehbayê de berhemên çandiniyê yên li herêmê zirareke mezin dît. Ji ber ku cotkar nikarin berhema xwe semad bikin û ji ber nebûna sotemeniyê nikarin zeviyên xwe av bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hisên Osman anî ziman ku derketina dagirkeran û diyalogên navxweyî bingehê çareserkirina aloziya Sûriyeyê ye û got: "Em pêşbinî dikin ku qonaxa bê  bibe qonaxa diyalogan û nêzîkbûna ji beyannameya Rêveberiya Xweser." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tevgera Hîlala Zêrîn a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê amadekariya weşandina klîba ′Efrîn û Kobanê′ dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Lêkolîneran got, ji ber ku pêşketina NATO'yê di warê çekan de metirsiyê li ser hebûna Rûsyayê çêdike dê şerê Ukraynayê gûrtir bibe û dibe ku Rûsya çekên nukleerî bi kar bîne. (BI WÊNE).

-Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê têkildarî tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan komxebatekê li navenda xwe ya li Kobanê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Al El Beyt a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kongraya xwe ya damezirêner li bajarê Tebqayê li dar dixe. Saet di 10:00`an de. (Bi wêne û dîmen).

ANHA