Amnesty: Girtîgehên Îranê bûne cihên qetilkirinê

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku girtîgehên Îranê bûne cihên qetilkirinê û cezayê bidarvekirinê li gorî sala 2022’yan sê qat zêde bûye.

Amnesty: Girtîgehên Îranê bûne cihên qetilkirinê
2 hezîran, 2023   20:03
NAVENDA NÛÇEYAN 

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty Înternatîonal) , li ser binpêkirina mafên mirovan a li Îranê, raporek weşand. Di raporê de hat ragihandin ku girtîgehên Îranê bûne cihên qetilkirinê û cezayê bidarvekirinê li gor sala 2022’yan sê qat zêde bûye.

Li gor daneyên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, ji serê sala 2023’yan ta bi niha herî kêm 282 kes hatine bidarvekirin. Ev hejmar du qatê cezayê bidarvekirinê yê şeş mehên pêşîn ên sala 2022’yan e.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî her wiha da xuyakirin ku ji sedî 20’ê kesên li Îranê hatine bidarvekirin Belûc in. Di raporê de hat destnîşankirin ku rejîma Îranê biryara bidarvekirina girtiyan daye ku li gor yasayên navneteweyî hikum nexwarine û hat derbirîn ku ev binpêkirina mafên mirovan e.

Di raporê de, îşaret pê hat kirin ku rejîma Îranê li dayîna biryara bidarvekirinê wiha dewam bike, dibe ku heta dawiya sala 2023’yan hejmara bidarvekiriyan bibe hezar.