Malbatên şehîdan: Ji bo Rêber Ocalan em ê têkoşînê bidomînin

Malbatên şehîdan ên li Qamişloyê cezayên dîsîplînê li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û got “Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan têkoşînê bidomînin.”

Malbatên şehîdan: Ji bo Rêber Ocalan em ê têkoşînê bidomînin
Malbatên şehîdan: Ji bo Rêber Ocalan em ê têkoşînê bidomînin
Malbatên şehîdan: Ji bo Rêber Ocalan em ê têkoşînê bidomînin
3 hezîran, 2023   06:46
QAMIŞLO-HÊLÎN EYLÛL

Parêzeran ji bo hevdîtinê di 27’ê Nîsana 2023’yan de serî li dozgeriyê da. Lê belê dozgeriyê bersiv neda serlêdanê. Li şûna wê, Dadgeha Cezayên Giran a Bursayê ya dewleta Tirk teblîx ji parêzeran re şand. Di teblîxê de hate gotin ku ji bo Rêber Abdullah Ocalan biryareke nû ya qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan hatiye dayîn.

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan ên li Kantona Qamişlo têkildarî biryareke nû ya qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan hatiye dayîn ji ajansa me re axivîn.

Mihemed Hacî Saîd da zanîn ku 2 sal e bi Rêber Abdullah Ocalan re tu hevdîtin pêk nehatine û wiha got: “Ne pêkanîneke exlaqî ye û her ku diçê tecrîd girantir dibe. Em wek malbatên şehîdan vê tecrîdê şermezar dikin.”

Sûreya Mihemed jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd û Rêber Abdullah Ocalan bi hincetên cur bi cur tecrîd û qedexeya hevdîtinê girantir dike.

Sûreya Mihemed destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan hêviya gelê Kurd e û banga mafên gelên cîhanê û Rojhilata Navîn dike, divê hesab ji aliyên di komployê de cih girt, bê xwestin û wiha got: “Rêber Apo, rêberê 20 milyon Kurd û hemû cîhanê ye. Ji ber vê niha Kurd û hemû dostên Kurdan li qadan in.”

Sûreyayê wiha domand: “Dewleta Tirk bi siyasetên xwe yên înkarkirin û îmhayê dixwaze Kurdan tune bike. Lê bila tevahî cîhan bizane kilîta çareseriyê Îmralî û Rêber Abdullah Ocalan e. Em ne tenê hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re dixwazin, em azadiya wî ya fîzîkî dixwazin.”

Saliha Mistefa jî tecrîda girankirî û cezayê disîplînê yê li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku heta Rêber Abdullah Ocalan fîzîkî azad bibe, ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

ANHA