Di mehekê de 40 jin li Tirkiye û Bakur hatine qetilkirin

Li gorî rapora KCDP’ê di meha Gulanê de 40 jin hatine qetilkirin û 22 jin bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Di mehekê de 40 jin li Tirkiye û Bakur hatine qetilkirin
2 hezîran, 2023   18:40
NAVENDA NÛÇEYAN 

Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora xwe ya Meha Gulanê eşkere kir. Li gorî raporê di meha Gulanê de 40 jin li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatine qetilkirin û 22 jin jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.  12 jin ji aliyê mêrên bi wan re zewicandî, 8 jê ji aliyê mêrên nas ve, 7 jê ji aliyê mêrên pê bi wan re, 3 jê ji aliyê mêrên ku wan dest ji wan berdane, 3 jê ji aliyê kurên xwe ve, 2 jê ji aliyê birayên xwe ve û 2 jê jî ji aliyên xizmên xwe ve hatine qetilkirin