​​​​​​​Kongra Star: Dakevin qadan û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bikin

Kongra Star diyar kir ku tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan binpêkirina aşkera ya tevahî peyman û qanûnên navneteweyî û mirovî ye. Kongrayê bang li gelên azadîxwaz û jinên li cîhanê kir u dakevin qadan û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikin.

​​​​​​​Kongra Star: Dakevin qadan û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bikin
2 hezîran, 2023   12:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Kongra Star têkildarî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan a bi destê dewleta Tirk a dagirker, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin desthilatdarên dewleta Tirk tecrîdeke giran li dijî Rêber Abdullah Ocalan dimeşînin û nahêlin ne parêzer ne jî malbat wî bibînin û ev tecrîd binpêkirina aşkera ya tevahî peyman û qanûnên navneteweyî û mirovî ye.

Meclisê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk a adgirker cezayên dîsîplînê ji salan ve li dijî Rêber Abdullah Ocalan ferz kirine, vê dawiyê jî 6 mehên din cezayê dîsîplînê ferz kirine. Dewleta Tirk rêzê ji mafên mirovan, mafên girtiyên siyasî re nagire, nahêle ne parêzer ne jî malbat Rêber Abdullah Ocalan bibînin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk bi rêya siyaseta tecrîdkirinê hewl dide vîna gelê Kurd û gelên azadîxwaz ên herêmê bişikîne. Lê ev siyaseta înkarkirinê ya li dijî gelê Kurd a di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de israra gel a têkoşîna ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan zêde dike.

Her wiha meclisê bang li NY′yê, komîteyên mafên mirovan û CPT′yê kir ku yekser destwerdanê bikin û bi erkên xwe yên mirovî rabin û tecrîdê bi dawî bikin.

Di dawiyê de Meclisa Kongra Star bang li gelên azadîxwaz û jinên li cîhanê kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dakevin qadan.

(fr)