Parlamenterê iraqî: Divê xelkê Mexmûrê bi siyaseta çewisandinê re rû bi rû nemîne

Parlamenterê serbixwe yê Iraqê Hadî Selamî bêhelwestiya hikumeta Iraqê ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û got “Divê xelkê wargeha Mexmûrê were parastin û bi siyaseta çewisandinê re rû bi rû nemîne.”

Parlamenterê iraqî: Divê xelkê Mexmûrê bi siyaseta çewisandinê re rû bi rû nemîne
2 hezîran, 2023   11:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamenterê serbixwe yê Iraqê Hadî Selamî der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê û herêmên din ên Iraqê, her wiha hewlên artêşa Iraqê yên ji bo dorpêçkirin û têlkirina wargeha Mexmûrê ji Rojnewsê re axivî.

Hadî Selamî got: “Em bêdengiya berdewam a hikumetê ya li beramberî bombebaranên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistanê û herêmên din ên Iraqê ku bûye sedema mirin û birîndabûna bi dehan welatiyên sivîl û koçberbûna bi sedan kesan, bi fikarek mezin dişopînin.”

Selamî diyar kir ku divê hikûmeta Iraqê helwestek ciddî, li dijî êrişên Tirkiyeyê nîşan bide, lêpirsîn li Tirkiyeyê bike û li ser asta navneteweyî jî li Konseya Ewlekariyê ya Navneteweyî giliya Tirkiyeyê bike.

Her wiha Selamî bal kişand li ser rewşa xelkê wargeha penaber a Mexmûrê wiha pê de çû: “Bûyerên ku niha li wageha Mexmûrê rû didin, cihê xemgîniyê ne. Ev yek li dijî xelkê wargehê lihevkirineke siyasî ya metirsîdar e. Lewma divê xelkê wargeha Mexmûrê were parastin û bi siyaseta çewisandinê re rû bi rû nemîne.”