Li Diyalayê hejmarek çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

​​​​​​​Hêzên Hewayî yên Iraqê bi balafirên şer yên F-16 li sînorê parêzgeha Diyala li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyon pêk anî û di encama bombebaranan de hejmarek çete hatin kuştin.

Li Diyalayê hejmarek çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
2 hezîran, 2023   14:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, di çarçoveya operasyonên tunekirina çeteyên DAIŞ’ê de, piştî bidestxistina agahiyên rast, îro hêzên hewayî yên Iraqê operasyonek ya leşkerî pêk anîn.

Hêzên Hewayî yên Iraqê bi balafirên şer yên F-16 li rêzeçiyayên Hemrîn ku diveke sînorê parêzgeha Diyala li dijî çeteyên DAIŞ’ê êriş pêkanîn û di encama bombebarana balafiran de hejmarek çete hatin kuştin. Her wiha gelek kozik û baregehên ku cihê hewandina çeteyan bû bi temamî hatin rûxandin.