​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1-6-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1-6-2023
31 gulan, 2023   23:00

Parêzer û endama Destya Parastina Rêber Abdullah Ocalan Roşîn Hedo diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ne di rêzê de ye, her wiha divê CPT bikeve nava tevgerê û agahiyekî der barê tenduristiya wî de eşker bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Gulana borî de 53 kes revandin ji nav wan 4 jin hene. Her wiha zarokek kuşt û bi hevkariya rêxistinên Qeterî û Kuweyîtî 2 avahiyên mêtingeriyê li çiyayê Lêlûn û gundê Şadêrê yê navçeya Şêrewa ava kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Leşkerî ya Minbicê armanca rizgarkirina xaka Sûriyeyê ji dagirkeriya Tirk daniye ber çavê xwe, ku ew bi îsrar rêya azadiyê ji bo gelê Sûriyeyê datînin wek ku di 2016'an de serkeftina rizgarkirina Minbicê pêk anîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Yasir Silêman destnîşan kir hikumeta Şamê hê jî di çareseriya leşkerî de israr dike û got: “Beyannameya Rêveberiya Xweser nexşerêya bidawîkirina aloziyê û pêkanîna xalên danazana Cedayê yên girêdayî Sûriyeyê ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Apê Adîk li Efrînê hîna yek ji sembolên lêdana tembûrê ye. Di jiyana xwe de timahiya pere û navdarbûnê nekir û heta dawiya temenê xwe jî ji bo debara jiyanê karê xeratiyê kir û tembûra xwe bi xwe çêkir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Qamişloyê li hember pîrozbahiya serokê Başûrê Kurdistanê li serokê AKP′ê Recep Tayyîp Erdogan ji ber serkeftina wî di hilbijartinên serokkomariya Tirkiyeyê de, hêrsa xwe nîşan da û got: “PDK Kurdiyatiyê îdia dike û dîktatorê ku Kurdan tune dike, pîroz dike.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dayikên şehîdan desteka xwe ji berxwedana niştecihên Mexmûrê re nîşan da û hewldanên artêşa Iraqê yên dorpêçkirina wargehê şermezar kirin û got ji dêvla artêşa Iraqê wargehê dorpêç dike, divê biparêze. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Lêkolîner zanistên siyasî û stratejîk Hesan Ferec vekişîna dewleta Tirk a dagirker ji herêmên Sûriyeyê yên dagir kirine, bi dûr xist û got komên çete yên li van herêman ne hevseng in û dê careke din xwe li herêmên Sûriyeyê belav bikin û tu kes li pêş wan nebe bend û careke din şer vegere destpêkê.

Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Pêngava 1’ê Hezîranê ya 2004’an wek 'Pêngava 15'ê Tebaxê ya duyemîn' bi nav dike. Pêngavê konsepta tasfiye û tunekirina Kurdan a dewleta Tirk û hêzên hegemon pûç kir û di heman demê de li dijî konseptên tunekirinê jî piştî 19 salan çavkaniya rêbaza têkoşînê ye. (BI WÊNE)

Dibistanên kantona Efrîn û Şehbayê bawernameyên dawiya salê li dibistanên asta seretayî belav dike saet di 11:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA