​​​​​​​1'ê Hezîranê hilhatina roja azadiyê li Minbicê

Meclisa Leşkerî ya Minbicê armanca rizgarkirina xaka Sûriyeyê ji dagirkeriya Tirk daniye ber çavê xwe, ku ew bi îsrar rêya azadiyê ji bo gelê Sûriyeyê datînin wek ku di 2016'an de serkeftina rizgarkirina Minbicê pêk anîne.

​​​​​​​1'ê Hezîranê hilhatina roja azadiyê li Minbicê
1 hezîran, 2023   01:41
MINBIC

Îro salvegera 7'emîn a destpêka pêngaba rizgarkirina Minbicê û gundewarê wê ji çeteyên DAIŞ'ê ye, ku di 1'ê Hezîrana 2016'an de ji herdu eniyan; Qereqozaq û bendava Tişrînê dest pê kir. Ew pêngav, pêngava berfireh a yekemîn a li dijî çeteyên DAIŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi xurtî destek dan hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê.

Minbic ji bo çeteyên DAIŞ'ê xwedî girîngiyeke mezin bû ji ber ku ew paytexta çeteyên biyanî bû û her wiha navenda pêşwazîkirina çeteyan û girtina alîkariyên lojîstîk û madî bû ku ji Tirkiyeyê ji bo çeteyan dihatin şandin.

Kêliyên rizgarkirina bajêr di bîra gelek şêniyên Sûriyeyê û cîhanê nexasim şervanan û şêniyên bajêr de mane. Îro jî di salvegera 7'emîn a rizgarkirina bajêr de beşdarên wê, ew kêlî anîn bîra xwe û em vegerandin wê demê û piştrast kirin ku fedakariya şehîdan rêya serkeftinê danî.

/kr/uploads/files/2023/05/31/183640_-.webp

Şervanê hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Cewad El Umeyrî ku di pêngava rizgarkirinê de beşdar bû got: "Em 6 mehan di bendava Tişrînê de li benda destpêkirina pêngava rizgarkirina Minbicê bûn, ew pêngava ku xwedî li bangên şêniyan derket û bi fermandariya Feysel Ebû Leyla bi ser ket û çeteyên DAIŞ'ê têk bir."

El Umeyrî wiha domand: "Pêngav ji bendava Tişrînê ji gelek eniyan dest pê kir. Em li eniya Halûle, Ebû Qelqel û gundên bakurê bendavê bûn. Roja 5'ê em gihîştin gundê Xefiye Ebû Qelqel û komeke hevalên me ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin dorpêçkirin. Wê demê şehîd Feysel Ebû Leyla çû wan xelas bike û li ser rê birîndar bû û di encamê de şehîd bû."

El Umeyrî wiha zêde kir: "Şehîdbûna fermandar Feysel Ebû Leyla di destpêka pêngava rizgarkirina Minbicê de em xemgîn kirin lê belê moralê me têk nebir, ji wê zêdetir îsrara me ya şopandina rêya şehîdên xwe zêde kir."

El Umeyrî destnîşan kir ku pêngava rizgarkirina Minbicê û gundewarê wê piştî ku navê şehîd Feysel Ebû Leyla li pêngavê hat kirin, 2 mehan dom kir û got: "Gelek rojên zehmet li me derbas bûn, em gelek roj bê xew man. Lê belê dema ku me şêniyên xwe kêfxweş didîtin ku bi dilgermî pêşwaziya me dikirin. Wê çaxê me zehmetî ji bîr dikirin û me bi moralên bilind şer didomand."

El Umeyrî piştrast kir ku ewlehiya ku niha li Minbicê pêk hatiye bi saya fedakariya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û got: "Em ê wan fedakariyan heta rizgarkirina tevahiya xaka dagirkirî ya Sûriyeyê û pêkanîna armancên hevrêyên xwe, bidomînin."

ŞEHÎD FEYSEL EBÛ LEYLA SEMBOLA BERXWEDANÊ YE

/kr/uploads/files/2023/05/31/183657_-.webp

Şervanê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Erad Minbic got, roja destpêka hemleya rizgarkirina bajêr, dîrokî bû û berxwedana wê demê hatiye dayîn di bîra xelkê Minbicê û gundewarê wê de zindî ye û got: “Ew roja bîranîna hevalên me yên şehîd û fermandar Feysel El Leyla ye.”

Erad Minbic diyar kir ku şer û rizgarkirina bajêr, ne hêsan bû û ev li gotinên xwe zêde kir: “Hevalan bi lehengî li hember çeteyên DAIŞ`ê şer kir. Bi saya giyanê destanî ya şervanên meclisê, QSD`ê, hevkariya xelkê bajêr, dayîna agahiyên leşkerî, serkeftin pêk hat.”

Erad Minbic di dawiyê de got: “Hîna herêmên dagirkirî hene ku divê bên rizgarkirin. Di radeya yekemîn de, ji bo me ya herî girîng rizgarkirina wan herêman e. Heta xilaskirina sûriyeyiyan ji dagirkirinê, pêkanîna azadiyê ji wan re, em ê berxwedana xwe berdewam bikin.”

(mh/şx)

ANHA