Xelkê herêmê li hember pîrozbahiya Barzanî li Erdogan bi hêrs e

Xelkê Qamişloyê li hember pîrozbahiya serokê Başûrê Kurdistanê li serokê AKP′ê Recep Tayyîp Erdogan ji ber serkeftina wî di hilbijartinên serokkomariya Tirkiyeyê de, hêrsa xwe nîşan da û got: “PDK Kurdiyatiyê îdia dike û dîktatorê ku Kurdan tune dike, pîroz dike.”

Xelkê herêmê li hember pîrozbahiya Barzanî li Erdogan bi hêrs e
1 hezîran, 2023   05:37
QAMİŞLO-GELHAT ANDOK

Di 14`ê Gulanê de li Tirkiyeyê hilbijartinên serokkomariyê çêbûn. Li gorî encamên wan hilbijartin tu namzetên serokkomariyê dengên tên xwestin bi dest nexistin, lewma hilbijartin ma tûra duyemîn. Tûra duyemîn di 28`ê Gulanê de pêk hat û Recep Tayyîp Erdogan bi rêjeya ji sedî 52,16 deng wergirtin û li hember hevrikê xwe yê CHP′yî Kemal Kilîçdaroglu bi ser ket.

Serokê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rêya heasbê xweyê Twitterê serkeftina Erdogan di hilbijartinan de pîroz kir. Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxuyaniya Barzanî wekî deqeke reş li ser eniya PDK′ê wesif kir.

′HÎNA ENCAM DERNEKTETIBÛN, BARZANÎ PÎROZBAHÎ Lİ ERDOGAN KIR′

Welatiyê bi navê Elî Omer ê ji Qamişloyê têkildarî mijarê got: "Hilbijartinên vê carê yên li Tirkiyeyê naşibin yên beriya wan. Ji ber ku hemû nazmetan dizanîbû ku Kurd li aliyê kê bin, dê ew bi ser keve. Kurdan xwest di vê hilbijartinê de li aliyê guhertinê bin.”

Omer bal kişand ser tûra yekemîn a hilbijartinan û wiha domand: "Hîna encam nehatibûn eşkerekirin, Mesrûr Barzanî serkeftina Erdogan di hilbijartinan de pîroz kir. Wê yekê hêrsa piranî gelê Kurd rakir. Malbata Barzanî yê ku xwe wekî koka Kurdan dihesibîne, li ser hesabê gelê Kurd berjewendiyên xwe diparêze. Ew yek ji pîrozkirina dîktator û dijminê dîrokî yê gelê Kurd diyar bû."

Omer wiha pê de çû: "Ruxmî dijminahî û hovîtya Erdogan û partiya wî ya li dijî gelê Kurd, çi li Bakurê Kurdistanê çi jî li parçeyên din ên Kurdistanê, di tûra duyemîn a hilbijartinê de heman helwest dubare bû. Vê care jî serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yekemîn peyama pîrozbahiyê ji Erdogan re şand. Ev yek jî li dijî doza kurdî ye û nakeve berjewendiya wê."

′PÊŞXABÛR BI FERMANÊN TIRKIYEYÊ HATE GIRTIN′

Welatiya bi navê Zubeyde Ebdurehman jî îşaret bi girtina deriyê Pêşxabûr (aliyê Başûrê Kurdistanê yê deriyê Sêmalkayê) û wiha got: "Girtina deriyê Pêşxabûr bi fermana dewleta Tirk a dagirker bû, da ku dorpêça li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê giran bike û nakokiyê bixe nava Kurdan. Bi wê yekê ew ji vê krîzê sûdwar e. Malbata Barzanî li pey bûyerên li Mexmûr, Şengal û hemû êrişên dewleta Tirk ye. EW dixwazin berjewendiyên xwe yên malbatî li ser hesabê berjewendiya giştî pêk bîne."

Zubeyde wiha domand: "Pîrozkirina Barzanî ji Erdogan re nîşaneya yekitiya berjewendiyên hevbeş ên di navbera malbata Barzanî û Erdogan de ye, da ku hebûn û destkeftiyên Kurdan têk bibin. Helwestên PDK′ê dewama xeta îxanetê ye."

′PDK ŞARGIRT E, DERS Û PERSPEKTÎFÊN XWE JI KUJERÊ XWE DIGIRE′

Welatiyê ji Qamişloyê Izeedîn Gedo, hikumeta Başûrê Kurdistanê weke şargirtê ku perspektîfan ji kujerê xwe digire û pêk tîne bi nav kir û got: “Dewleta Tirk di dîrokê de û heta niha tu cureyên îşkence û qirkirinê neman û li dijî gelê Kurd pêk neanîn. Niha jî ew tişt bi saya malbata Barzanî hêsantir bûye."

Gedo wiha pê de çû: "Ev ne cara yekemîn e ku malbata Barzanî bi PDK′ê û Erdogan re li hev dike, lê beriya serkeftina Erdogan jê re peyamên pîrozbahiyê bişîne ev şerm bi xwe ye. Erdogan li dijî gelê Kurd siyaseta parçe bike, kontrol bike dimeşîne. Malbata Barzanî jî vê yekê li ser erdê dimeşîne."

Gedo bang li şêniyên Qamişlo, gelê Kurd û gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hember siyasetên PDK′ê yên ku nakevin xizmeta doza Kurdî bisekinin û got: "Ev siyaset dê dawiya me bîne.”

(fr/c)

ANHA