​​​​​​​Rojnameyên erebî: Tirkiye li pêşberî parçebûn û nakokiyên girantir e

Piştî hilbijartinan, Erdogan dirûşm û sozên pêkanîna guhertinê dan. Çavdêran hişydarî da ku Tirkiye ber bi parçebûnê û nakokiyên girantir ve biçe.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Tirkiye li pêşberî parçebûn û nakokiyên girantir e
30 gulan, 2023   08:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa siyasetên hundirîn û derve yên Erdogan ên piştî hilbijartinan, hewldanên Umanê yên xurtkirina têkiliyên Misir û Îranê, her wiha dosyaya serokatiya Lubnanê kir.

'JI BO ERDOGAN DESTPÊKEK NÛ YAN DUBAREKIRINA SIYASETÊN KEVN BI RENGEKÎ DIN E'

Rojnameya El Ereb têkildarî siyasetên Erdogan ên piştî hilbijartinan, nivîseke bi sernavê 'Ji bo Erdogan destpêkeke nû ye yan dubarekirina polîtîkayên kevn e bi rengekî din e?' avêt. Nivîs wiha ye: "Di demekê de ku Erdogan sozên pêkanîna guhertinan dan, çavdêran got ne girîng e ku Erdogan piştî serkeftinê dirûşmên li ser yekitiyê biavêje û xwe wekî serokê hemûyan nîşan bide. Lê ya girîng ew e ku li ser erdê were kirin, muxalefetê rehet bike, dest ji livandina dozên nakok û bikaranîna wan di şerên siyasî de berde. Her wiha ya girîng ew e ku li civaka Tirkiyeyê guhdar bike, li hemberî pirrengiyê rêzdar be, laîk û Kurdan şantaj neke û ya girîngtir jî dev ji ferzkirina civakeke muhafazekar û bikaranîna olê di şerê xwe yê siyasî de berde.

Çavdêran hişyarî dan Erdogan xeletiyên xwe yên berê dubare bike û dev ji siyasetên xwe yên ku Tirkiyeyê bi şeran westandiye, bernede.”

'BIDEN: JI BO BALAFIRÊN F-16 Û SWÊDÊ BI ERDOGAN RE AXIVÎM'

Rojnameya El Quds El Erebî wiha nivîsî: "Serokê Amerîkayê Joe Biden roja duşemê got serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan mijara îmkana firotina balafirên şer ên F-16 ji bo Tirkiye aniye ziman. Biden got, wî ev mijar erê kiriye, lê ji Tirkiyeyê xwestiye ku tevlêbûna Swêdê ya NATO'yê erê bike.

Biden bi telefonê bi Erdogan re axivî û serkeftina wî di hilbijartinên serokkomariyê de pîroz kir. Biden got em ê hefteya bê zêdetir biaxivin."

‘HEWLDANÊN UMANÊ YÊN NAVBEYNKARIYA MISIR Û ÎRANÊ’

Rojnameya Şerq El Ewsat bi sernavê "Uman ji bo berdewamkirina têkiliyên Misir û Îranê navbeynkariyê dike' qala hewldanên Umanê yên jinûve avakirina têkiliyan di navbera Misir û Îranê de kir. Di nivîsê de wiha tê gotin: "Lîderê olî yê Îranê Xaminey duh di hevdîtina xwe ya li gel sultanê Umanê Heysem Bîn Tariq de got tu pirsgirêk li ba wî tune ne ku têkiliyên dîplomatîk bi Misirê re vegerîne. Di hevdîtinê de sultanê Umanê gotibû ew dikare di navbera Qahîre û Tehranê de navbeynkariyê bike.

Medyayê ragihandibû ku sultanê Omanê beriya serdana xwe ya li Îranê, serdana Qahîreyê kiribû û bi serokkomarê Misirê Ebdulfettah El Sîsî re hevdîtin kir. Sultanê Umanê bi van serdanan hewl dide têkiliyên di navbera Misir û Îranê de xurt bike."

'LUBNAN LI HÊVIYA PÊŞBIRKA SEROKATIYÊ YA DI NAVBERA FIRINCIYE Û EZÛR DE YE'

Rojnameya El Beyan der barê dosyaya serokkomariya Lubnanê de wiha nivîsî: "Mijara serokatiya Lubnanê careke din dibe rojeva aliyên muxalif, Tevgera Nîştimanî ya Azad. Di encama şêwirên destpêkê yên di navbera aliyan de, navê wezîrê berê Cîhad Ezûr ê namzetê Tevgera Emel û Hizbullahê û wezîrê berê yê serokê Tevgera Merede Silêman Firinciye derketin pêş."

(bb)