Di êrişa çeteyan de fermandarekî hêzên Rûsyayê hat kuştin

SOHR’ê ragihand ku li bakurê Laziqiyê di êrişa çeteyan Heyet Tehrîr El Şam de fermandarekî hêzên taybet ên Rûsyayê hatiye kuştin.

Di êrişa çeteyan de fermandarekî hêzên Rûsyayê hat kuştin
29 gulan, 2023   12:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di êrişa çeteyên Heyet Tehrîr El Şam a li dijî baregeha fermandariya operasyonan a hêzên hikumeta Şamê ya li eniya Cib Ehmer a li bakurê Laziqiyê ya 26'ê Gulanê de, fermandarekî hêzên taybet ên Rûsyayê mîralay Oleg Viktorovich Pitchvesti hatiye kuştin.

Roja înê 26'ê Gulanê di saetên sibehê de, balafirên şer ên Rûsyayê gelek deverên Idlibê bombebaran kiribûn. Beriya wê serçeteyekî Heyet Tehrîr El Şam di şerê li hemberî hêzên hikumeta Şamê yê li gundewarên Kebanê de hatibû kuştin.

Ji destpêka 2023'yan de 215 kes di êrişên bejahî yên li “herêma bêçek” de hatin kuştin. Her wiha zêdetirî 150 kes birîndar bûn.

(bb)

ANHA