​​​​​​​'Debara bi ked û xwêdanê berxwedan e'

Koçberên li kampa Girê Spî di qadên cuda de kar dikin da ku bi ked û xwêdana xwe debara xwe bi cih bînin. Koçberan diyar kir ku karê wan berxwedan û redkirina teslîmiyetê ye.

​​​​​​​'Debara bi ked û xwêdanê berxwedan e'
27 gulan, 2023   00:20
EYN ÎSA

Şêniyên kantona Girê Spî yên ku di sala 2019'an de ji ber dagirekriya dewleta Tirk û çeteyên wê ya li warê wan, di karên ku ne yên wan e de dixebitin. Hinek debara xwe bi keda xwe ya rojane û hinekî din jî bi karên demsalî bi cih tînin, lê dîsa jî çavên wan li war û milkên wan ên li herêmên dagirkirî ne û li hêviya vegerê ne.

/kr/uploads/files/2023/05/26/190834_-16-5-2023-_34931202_-__.webp

Welatiyê bi navê Ebdurehîm Şaban (50) sermiyanê kufletekê ye ku ji 7 kesan pêk tê. Malbata Şaban  ji gundê Şirgirakê yê kantona Girê Spî ye, piştî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser kantonê di sala 2019'an de koçberî kampa Girê Spî ya li Eyn Îsayê kir.

Ebdurehîm Şaban ku li gundê xwe karê çandiniyê dikir, niha li kampê karekî din dike da ku debara malbata xwe bi cih bîne.

Şaban li ser karê ku niha dike got: "Ez her timî li derfeteke kar li derveyî kampê digerim da ku debara kufletê xwe bi cih bînim. Niha min girêbestekê bi xwediyê deraseyekê re çêkiriye da ku di mewsimê çinînê re pê re kar bike."

'KAR BERXWEDAN E'

Ebdurehîm Şaban anî ziman ku ji bo wî kar berxwedan û redkirina teslîmiyetê ye, her wiha nûkirina bîranîn e. Şaban diyar kir ku karê wî yê sereke çandeke, dixwaze vê çandê biparêze û naxwaze karê xwe biguhere.

Şaban bi domdarî got: "Rewşa koçberiyê îradeya me naşkîne. Çavê me timî li vegera li war e piştî ku dagirker jê derkevin. Em qebul nakin  li ser alîkariyên ku rêxistinên mirovî pêşkêş dikin, bijî ji ber ku wekî gelên Sûriyeyê bi keda xwe debara xwe dikin."

Mîna koçberên din ên li kampê, Ebdurehîm sûdê ji derfetên kar ên ku li kampê peyda dibin, digire û eger derfetên kar li derveyî kampê jî peyda bidin, dikin.

Kampa Girê Spî 22'yê Mijdara 2019'an ji aliyê Rêveberiya Xweser ve ji bo koçberên kantona Girê Spî hat avakirin. Li kampê de 6 hezar 787 kes (hezar û 273 malbat) hene.

/kr/uploads/files/2023/05/26/190844_.webp

Koçbera bi navê Zilîxa El Mûsa ya 30 salî jî dayika 4 zarokan e. Zilîxa El Mûsa di çinînê de dixebite da ku li gel hevjînê xwe debara malbatê bi cih bîne.

Zilîxa El Mûsa  li warê xwe jî beriya ku were dagirkirin, karê çandiniyê dikir, lê niha bi destpêka dema çinînê re rojane diçe nava zeviyan û çinînê dike.

Hevjînê Zilîxa gardiyanekî kargeheke pîşezasiyê ye. Zilîxa diyar kir ku ji ber rewşa aborî ya zemet, bihabûn û hilweşîne nirxê lîreya Sûriyeyê li beramberî dolar heqdestê ku hevjînê wê digire, têra debara wan nake.

Rêveberiya kampê mehane 102 derfetên kar ji koçberan re peyda dike.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya rêxistinên mirovî, li gorî derfetên xwe hinek madeyên sereke yên debarê pêşkêşî koçberan dikin û alîkariya tenduristiyê jî dide wan.

Piraniya koçberên li kampê li derfetên kar li derveyî kampê, bi taybet di çandiniyê de digerin. Rojane bi sedan koçber di zeviyên çandiniyê de, hesinkarî, necarî û pîşesaziyê de kar dikin. Rêveberiya kampê ji bo mîsogerkirina mafên wan û mûçeyên wan bi xwediyên karan re peyman danîne.

(bb)

ANHA