​​​​​​​‘Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan divê ciwan li qadan bin’

Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku divê ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li qadan bin û çalakiyên xwe bidomînin.

​​​​​​​‘Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan divê ciwan li qadan bin’
25 gulan, 2023   23:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Ciwanên Kobanê li ser tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan axivîn.

Ciwana bi navê Zên Ehmed a ji Kobanê li ser mijarê wiha got: "Dijmin her tim êrişî şênî, rêber û welatê me dike. Em êrişên li ser Mexmûrê şermezar dikin. Em ciwan ji van êriş û gefan natirsin û em ê bersivê bidin dewleta Tirk."

/kr/uploads/files/2023/05/25/185616_-.webp

Zên Ehmed wiha domand: "Dewleta Tirk tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan giran dike û dixwaze bi vê yekê vîna gelê Kurd bişikîne. Lê ev yek, ji ber ku Kurd gavê bi paş ve naavêjin, pêk nayê."

Zên bal kişand ser sersariya CPT′yê jî û wiha pê de çû: "Dema CPT′yê bi erkên xwe yên li hember rewşa li Îmraliyê ranebû, wê piştgirî da dewleta Tirk ku tecrîdê li dijî Rêber Abdullah Ocalan ferz bike. Divê CPT erkên xwe yên exlaqî pêk bîne."

Zên di dawiyê de got: "Em bang li dewletan nakin û tiştekî jê naxwazin. Em pişta xwe didin çiya, gerîla û gelê xwe. Mifteya aştiyê di destê Rêber Apo de ye û ew dikare her tiştî bike."

′DEWLETA TIRK NIKARE HEBÛNA KURDAN BI DAWÎ BIKE′

/kr/uploads/files/2023/05/25/185557_-.webp

Ciwana bi navê Rojîn Muslim jî wiha got: "Çi qas dewleta Tirk şer û dijminatiya xwe li dijî Kurdan bilind bike, ew nikare me qir bike. Em bi fikrê Rêberê xwe zindî ne.”

Rojîn wiha domand: "Dewleta Tirk tecrîdeke girna li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dike. Ji ber ku ew banga azadiya gelê Kurd dike, hevdîtinê qedexe dikin û tu agahiyên jê nayên wergirtin."

/kr/uploads/files/2023/05/25/185643_-_1.webp

Mihemed Şiblî jî got: "Divê em ciwan xwe di fikrên Rêber Abdullah Ocalan de kûr bikin û li her deverê bin."

′TECRÎD ISRARA ME ZÊDE DIKE′

/kr/uploads/files/2023/05/25/185659_-.webp

Her wiha Murad Ehmed jî wiha got: "Tecrîd ne tenê li dijî şexsê Rêbertî ye, lê belê li dijî gelê Kurd û hemû gelên bindest e. Ji ber ku Rêbertî banga azadiya hemû gelên bindest dike."

Ehmed wiha pê de çû: "Armanca dîlgirtin û ferzkirina tecrîdê li dijî Rêber Abdullah Ocalan şikandina vîna gelê Kurd e û wî bê rêbertî bihêlin û gel lawaz bikin. Lê vîna gel xurt e, nayê şikandin û dewleta Tirk a dagirker nikare me ji fikrê Rêbertî bi dûr bixe. Berovajî wê dema ew tecrîdê girantir dike, hemû dadikevin qadan, israr zêde dibe û vîna xurt dibe."

Ehmed di dawiyê de got divê hemû ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bixebitin û li qadan bin.

(fr)

ANHA