​​​​​​​Şehîd Baran Nisêbîn: Daxwaza me ye yekane azadî ye

Li welatê rûmet û şerefê bi hezaran çîrokên berxwedanê hene. Baran ê ji Nisêbîna Bakurê Kurdistanê di rêya azadî û rûmetê de li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerê çete û dagirkeran kir û di oxira parastina gel de şehîd bû.  Hêviya wî ew bû ku sînorên Kurdistanê parçe dikin, werin rakin.

​​​​​​​Şehîd Baran Nisêbîn: Daxwaza me ye yekane azadî ye
​​​​​​​Şehîd Baran Nisêbîn: Daxwaza me ye yekane azadî ye
​​​​​​​Şehîd Baran Nisêbîn: Daxwaza me ye yekane azadî ye
​​​​​​​Şehîd Baran Nisêbîn: Daxwaza me ye yekane azadî ye
​​​​​​​Şehîd Baran Nisêbîn: Daxwaza me ye yekane azadî ye
​​​​​​​Şehîd Baran Nisêbîn: Daxwaza me ye yekane azadî ye
​​​​​​​Şehîd Baran Nisêbîn: Daxwaza me ye yekane azadî ye
​​​​​​​Şehîd Baran Nisêbîn: Daxwaza me ye yekane azadî ye
26 gulan, 2023   01:30
QAMIŞLO-SILAVA ÎBRAHÎM

Di şoreşa Rojava de gelek efsaneyên berxwedan û lehengiyê derketin ku mînakên wan di dîrokê de kêm in. Zarokên vê herêmê bi berxwedana xwe, şoreşa xwe ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir nimûne.

Bi destpêkirina şoreşê re, gelên herêmê li hemberî zilm û zordestiyê serî hilda, çek rakirin û banga mafên xwê yê jiyaneke azad û aştiyane kir. Di nav de bajarê Nisêbînê, xelkê Bakurê Kurdistanê jî piştgirî dan û ref bi ref cihê xwe di nava şoreşa Rojav de girtin. Şehîd Baran Nisêbîn yek ji wan lehengan e ku di dema berxwedana Kobanê banga seferberiya giştî bi cih anî.

Baran Nisêbîn bi navê xwe yê rast Mihemed Sarî sala 1985'an li gundê Girmîra yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê çavê xwe li dinê vekir. Baran Nisêbîn di nava malbateke welatparêz de ku ji 13 ferdan pêk tê, mezin dibe. Malbatê heta nihs 16 şehîd dane.

Malbata Baran ji ber zext û astengiyên desthilata Tirk a faşîst ji gund koçî Stenbol û Nisêbîn kir.

Mîna bi hezaran zarokên Kurdistanê, Baran di zarokatiya xwe de zehmetiyên koçberiyê kişandin. Hejmarek endamên malbata wî ji aliyê desthilata Tirk ve hatin girtin û Baran bû şahidê gelek bûyerên ku bi serê malbatê de hatine.

Baran ji zarokatiya xwe ve bi dan û standinên xwe yên baş bi derdorê xwe re, bi exlaqê xwe yê pak û hezkirina xwe ya xêr û derdorê re dihat naskirin. Ji lew ra cihê xwe di dilê malbat, zarokan û civakê de çêkir.

Baran heta refa 5'an a seretayî dixwîne, lê ji ber rewşa zehmet a ku malbat tê re derbas bû, neçar dimîne ku dev ji xwendinê berde û li gelek cihan, wekî xwaringeh, çayxane û karên dîtir xebitî. Li gel wê di nava tevgerên ciwanên şoreşger de kar kir û ciwan teşwîq dikir ku tev li şoreşê bibin. Ji ber têkoşîna xwe salekê di girtîgehan de ma. Piştî wê erka veguhertina kadroyên tevgerê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de bi girt.

/kr/uploads/files/2023/05/25/190000_.webp

Baran Nisêbîn sala 2008'an bi Yusra Yûsif a ji Qamişloyê re dizewice û 3 zarokan; Umut, Nûr û Can tînin. Bi destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re û li ser banga seferberiya giştî ya parastina Rojava, di nav de Nisêbîn, ji her çar parçeyên Kurdistanê ciwanan berê xwe dan qada şoreşê. Şehîd Baran jî di sala 2012'an de hat Rojava.

Baran li tavahî qoç, tax û bajarên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerê komên çete kir û ji cengên Kobanê, Minbic, Reqa, Tebqa, Dêrazor, Baxoz, Serêkaniyê, Efrîn, Girê Spî, Hesekê, Til Marûf a Tirbespiyê û deverên din re fermandarî kir. Di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn, QSD, YPG û YAT'ê de jî mîsyon wergirtin.

'BANDOREK LI GEL TEVAHÎ KESÊN EW NAS KIR, HIŞT'

Hevjîna şehîd Baran Nisêbîn Yusra Yûsif li ser kesayeta şehîd Baran got: "Li welatê şeref û rûmetê gelek çîrokên ku em ê serbilind in hene. Di nav de jî çîroka şehîd Baran heye. Şehîd Baran welat di ser zarokên xwe re girt. Ji min re digot ew kurê şoreşê ye û kurên şoreşê zarok û mal naxwazin, lê daxwaza wan a yekane azadî ye. Şehîd Baran xwedî dilekî bi rehm bû, ji zarokan hez dikir û destê mezinan maç dikir, kêfxweşî dixist dilê her kesên ku wî nas dikir û bandorek li gel her kesên ku wî ji nêzî ve nas kirin, hişt."

Yûsra Yûsif diyar kir ku şehîd Baran kêm caran serdana malê dikir û piraniya dema xwe di parastina welat û şerê li dijî şaneyên veşartî de diborand, ji ber vê yekêk zarokan pir zêde bavê xwe nedidîtin.

Yusra destnîşan kir ku piştî şehîd Baran derbasî Rojava bû, wekî malbat rastî gelek astengî û tundiyê ji aliyê desthilata Tirk ve dihat, ji ber vê yekê ew û zarokên xwe hatin Qamişloyê û lê bi cih bûn.

'HEVALÊN MIN LI ENIYAN LI BENDA MIN IN'

Yusra anî ziman ku ji bilî pêkanîna daxwaza şehîd Baran tiştek din nedît ku êşa wê sivik bike û wiha got: "Ji bilî ku xeyal û daxwazên wî bi cih bînim, min tiştek nedît ku karibe êşa min sivik bike. Ez li ser xeta wî diçim û kurê min ê mezin jî soza tolhildana bavê xwe daye."

Yusra Yusif bal kişand ser girêdana şehîd Baran bi Tevgera Rizgariya Kurdistanê ve û got: "Çiqasî qala vê yekê bikim, ez ê nikaribim heq bidim. Şehîd Baran bi welat û doza kurdî ve girêdayî bû. Li ba wî Tevgera Rizgariya Kurdistanê û  doza kurdî di ser her tiştî re bûn. Car caran min jê re digot,  hinekî li malê be zarokan bêrtiya te kiriye. Digot, hevalên min li eniyan li benda min in, bi hezaran zarokên min li herêmên xeternak ên di bin serweriya çeteyên DAIŞ'ê de ne, pêwîstiya wan bi min heye û ez jî nikarim wan bihêlim."

Yusra her wiha bi bîr xist ku şehîd Baran digot: "Eger ez şehîd bikevin, ez ne şehîdê yekemîn im û tu ne jina yekemîn e ku hevjînê wê şehîd dikeve. Ji min re digot, xeta min temam bike, di dilê zarokên min de rihê welatparêziyê ya ku em li ser wê mezin bûne, ava bike, jiyana xwe wekî ku me plan kiriye, berdewam bike."

Yusra destnîşan kir ku şehîd Baran şehadeta danîbû ber çavê xwe û tu carî ji mirinê neditirsiye. Yusra di dawiya axaftina xwe de soza da ku ew ê soza bi şehîda Baran re dane bi cih bîne, dê rihê welatparêziyê û tolhildana bavê xwe di mejiyê zarokên xwe de biçîne. Her wiha bang li tevahî şêniyan kir ku ji bo tunekirina xayîn û ajanan di civakê de tevkar bin.

'XEYALA WÎ RAKIRINA SÎNOR BÛ'

/kr/uploads/files/2023/05/25/185933_.webp

''Bîranîn û mîrateya ku şehîd Baran li dû xwe hişt dê tune nebe. Ev hemû ji bo me bûne dersek." Bi van gotinan hevrê şehîd Baran, Huner Cûdî dest bi axaftina xwe ya li ser şehîd Baran kir.

Huner Cûdî diyar kir ku wî di sala 2013'an de şehîd Baran di nava Tabûra Şehîd Sebrî de nas kir û ji Şengal heta Efrînê bi hev re li dijî çeteyan şer kir. Cûdî bi bîr xist ku şehîd Baran bê tirs beşdarî şeran dibû û di kêliyên herî zehmet de wekî fermandar li kêleka hevalên xwe şer dikir.

Huner Cûdî hin bîranînên li gel şehîd Baran bi bîr anîn "Di şerê rizgarkirina bajarokê Holê de, em hatin dorpêçkirin û cebilxaneyên me neman. Şehîd Baran dorpêça li ser me şikand û xwe gihand me."

Cûdî anî ziman ku hêvî û xeyalê şehîd Bara new bû ku sînorê di navbera Bakur û Rojava de were rakirin û got, ji bo vê yekê têkoşîn kir û li her cihî ji bo doza Kurdistanê kar kir.

Cûdî di dewama axaftina xwe de got: "Di sala 2016'an de em bi hev re tev li akademiya pewerdeyê bûn. Dema perwerdeyê 6 meh bû. Şehîd Baran li her kolanek û taxeke Rojava bandor hişt. Mixabin li ser destê xayînan şehîd bû."

Huner Cûdî soza şopndina xeta şehîdan heta pêkanîna xeyalên wan da û got, bi şehadeta hevrê Baran îsrar û îradeya wan a ji bo şoreşê zêdetir bûn.

'PARASTINA MIN DIKIR Û ŞÎRET DIDAN MIN'

/kr/uploads/files/2023/05/25/185904_.webp

Hevalê şehîd Baran, Rojvan Qamişlo hin kêliyên ku bi şehîd Baran re derbas kir, bi bîr anîn û got: "Di eniyên şer de em bi hev re bûn. Şerek an eniyek nebû ku şehîd Baran ne li pêş bû. Têkiliyên me xurt bû. Têkiliyên malbatî jî hene û heta niha dewam dikin. Di dema şer de parastina min dikir û şîret li min dikir. Şehîd Baran di piraniya şerên ku sala 2012'an li Serêkaniyê  rû dan de cih girt. Beşdarî şerê li Şengal, Rebîa, Ceza, Til Birak, Til Hemîs, pêngavên rizgarkirina Girê Spî, Minbic û Efrînê jî bûn. Yek ji kesên pêşîn bû ku serkêşiya tabûrên leşkerî dikir. Cidî bû û xwedî rihê fermandariyê bû. Li her cihên ku lê diman bandorek dihişt. Li Eyn Îsayê efsane nivîsandin û bi saya wî û hevalên wî êrişên dagirkeran hatin têkbirin. Di şer de fermandarekî xurt bû, tevahî şervan diparast û fedakarî dikir. Em ê jî bi serbilindî xeta wî bişopînin. Em ji biryara têkbirina xayîn, çete û sîxuran paşde venagerin û em ê tolê hilînin."

Di dîroka 14'ê Nîsana 2023'an de, saet di 01:45'an de di êrişa balafira bê mirov a dewleta Tirk a dagirker a li dijî erebeyekê ya li ser rêya Hîzam a bajarê Qamişloyê ya nêzî deriyê sînor ê Nisêbînê de Baran Nisêbîn şehîd bû. Cenazayê wî roja 15'ê Nîsanê bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Delîl Saroxan hat veşartin.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Baran Nisêbîn
Nav û paşnav: Mihemed Sarî
Navê dayikê: Şerîfe
Navê bav: Mihemed Emîn
Cih û dîroka şehadetê: Qamişlo 14'ê Nîsana 2023'an.

(bb)

ANHA