‘Şehba FM’ dest bi weşanê dike

Radyoya Şehba FM a li Helebê ku di Çileyê de dest bi weşana test kiribû, di 1′ê Hezîranê de bi bultena nûçeyan û bernameyên cur bi cur dest bi weşanê dike.

‘Şehba FM’ dest bi weşanê dike
‘Şehba FM’ dest bi weşanê dike
‘Şehba FM’ dest bi weşanê dike
‘Şehba FM’ dest bi weşanê dike
‘Şehba FM’ dest bi weşanê dike
26 gulan, 2023   05:44
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Di 16′ê Çileyê de Radyoya ‘Şehba FM’ dest bi weşana test kiribû. Ji saet 8’ê sibehê heta saet 2’yê piştî nîvro sernûçe û stran dihatin weşandin.

Şehba FM weşana xwe ji navenda xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dike û li Heleb û kantona Şehbayê tê guhdarîkirin.

Weşana radyoyê bi zimanên erebî û kurdî li ser frekansa 107.5 tê kirin.

Dê di weşana wê de bultena nûçeyên herêmê û cîhanê, bernameyên civakî, çandî, aborî û yên ciwan û jinan werin pêşkêşkirin.

Li gorî endama radyoyê Diyala Ebdî dê weşana fermî di 1′ê Hezîranê de dest pê bike.

Diyala Ebdî li ser mijarê got: "Dê nûçey û stran bên weşandin. Weşana radyoyê dê ji 8′ê sibehê heta 8′ê êvarê be.”

Niha li navenda radyoyê 8 xebatkar li ser xebata radyoyê perwerde dibin. Diyala got: "Em li ser pisporiya xebata radyoyê perwerde dibin."

(fr/c)

ANHA