Qirkirina siyasî: 15 kesên din hatin destgîrkirin

Li bajarê Îzmîr ê Tirkiyeyê 12 muzîkvan bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatin destgîrkirin. Li Êlih a Bakurê Kurdistanê jî 3 kes bi îşkenceyê hatin binçavkirin.

Qirkirina siyasî: 15 kesên din hatin destgîrkirin
24 gulan, 2023   10:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Îzmîr ê Tirkiyeyê di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de, danê sibehê bi ser gelek malan de hat girtin û Sertan Ozdemîr, Şakîr Yîgît Ozdemîr, Cemal Emen, Ridvan Kaya, Fatime Tandogan, Eyup Azrak, Gokhan Gonluaçik û Kadîr Yasîn Temûr jî di nav de 12 muzîkvan hatin destgîrkirin.

Muzîkvan ji ber ku tevlî vekirina buroya hilbijartinê ya beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê ya Partiya Çepên Kesk bûbûn, hatin destgîrkirin û bi “propaganda kirina rêxistinê” tên sûcdarkirin.

Li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê jî di serdegirtina malan de Adnan Vûral, Vedat Ozer û Mazlûm Îtmez bi îşkenceyê hatin destgîrkirin.

Kesên hatine destgîrkirin birine Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr a Êlihê.

(c)