Rojnameyên erebî: Pirsgirêkên Rojhilata Navîn sar dibin lê bi dawî nabin

Rojnameyên erebî di hejmara xwe ya îro de behsa rewşa Sûriyeyê li gel guhertinên li Rojhilata Navîn û rewşa Sûdan û Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Pirsgirêkên Rojhilata Navîn sar dibin lê bi dawî nabin
24 gulan, 2023   07:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb El Londoniye têkildarî pirsgirêkên li Rojhilata Navîn, li gel guhertinên herêmî û navneteweyî nivîsand. Rojnameyê wiha da zanîn: “Li Rojhilata Navîn ruxmî hewldanên aliyên dijber ên çareserkirina nakokiyan û bi taybet di dosyaya Sûriyeyê de, hê jî qadên şer germ in.

Piştî binkeftina rêbaza cezayan û tecrîda navneteweyî yên ji bo xistina Esad an jî neçarekirina wî ya guhertina siyaseta xwe, Îmarat û Erebistana Siûdî hêvî dikin ku beşdariya Esad kêrhatî be.

Tevî vegerandina têkiliyên bi Esad re, tevgerên Îmaratê yên ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê bi rêya peywendiyên din dewam kirin. Diyar e ku armanc ji wan tevgeran ne çareserkirina aloziyê, lê xizmeta ji Esad re ye.

Nêzîkbûna Ereban wek serekftina Îran û Rûsyayê yên piştgiriyê didin Esad tê hesibandin. Reîsî hêvî dikir ku têkiliyên welatê xwe bi Şamê re bi rêya hevkariya aborî xurttir bike.

Di heman demê de hêviyên ku kêmbûna rageşiya Îran-Siûdiyê bibe sedema bidawîkirina şerê Yemenê, kêm dibin. Tê texmînkirin ku dan û standinên di navbera Siûdî û Hûsiyan de ku piştgiriya xwe ji Îranê digirin û li bakurê welat û paytext Senaayê kontrol dikin, agirbestê dirêjtir bikin.”

‘AMERÎKA DÊ ALIYÊN AGIRBESTA LI SÛDANÊ BINPÊ DIKIN, CEZA BIKE′

Rojnameya Şerq El Ewset li ser rewşa Sûdanê wiha nivîsand: "Duh Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) nîşan da ku kesên pabendî agirbesta 7 rojan a li Sûdanê ya bi navbeynkariya Siûdî-Amerîkayê nebûne, dê werin cezakirin. Her wiha ragihand ku dê alîkariyên din ji bo kesên ku ji şerê hêzên çekdar ên Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de zirar dîtine, bişînin.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Xertûmê peyameke bidîmen belav kir. Di peyamê de wezîrê karên derve yê DYA’yê John Blinkin diyar kir ku armanca agirbestê gihandina alîkariyên mirovî, vegerandina xizmetên bingehîn û binesaziyê ye ku di encama şer de hatiye wêrankirin. Blinken hişyarî da û got eger agirbest were binpêkirin dê kesên ku binpê kirine, bi rêbazên cuda bên cezakirin.”

′ÎRO LI TERABLUSÊ CIVÎNEKE EWLEHIYÊ ÇÊDIBE′

Rojnameya El Îtîhad a Îmaratê jî têkildarî rewşa Lîbyayê wiha nivîsî: “Îro li Terabusê civîneke girtî ji endamên komîteya leşkerî ya hevbeş a Lîbyayê (5+5) û koma xebata ewlehiyê ya ji Kongreya Berlînê derketiye, tê lidrxistin. Dê bendên agirbestê, yekkirina saziyên leşkerî û avakirina hêzeke hevbeş ku erka wê dabînkirina hilbijartinên meha bê be, bên nîqaşkirin.

Berpirsên Lîbyayê ji Îtîhadê re got li pêş komîteya leşkerî ya hevbeş tevliheviya aktîfkirina lihevkirinên di Cotmeha 2020′an de li Cinêvê hatine îmzekirin, heye. Bi taybet dosyaya derxistina çeteyan û çekdarên biyanî ji welat.”

(fr/c)