​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-5-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-5-2023
23 gulan, 2023   23:00

Siyasetmedar û hiqûqnasan diyar kir ku armanca pergala kapîtalîst ji tecîrda li dijî Rêber Abdullah Ocalan ew e ku planên ku nikarin bi rêya komployê pêk anîbana, bi cih bînin. Her wiha anîn ziman ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya mirovahiyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji pirsgirêka mafê jiyana li cihekî ewle heta bidestxistina tevahî mafên jiyanê, pirsgirêka mafên jinan ji pirsgirêkên herî girîng ên asêmayî yên civakê ye. Tevî ku jin bi sedan salan e ji bo bidestxistina mafên xwe yên xwezayî di nava hewldanan de ne, lê hîna jî li hember siyasetên pergalên serdest ên baviksalar ên ku ji bo hedefkirin û çewisandina wan bûne yek, rû bi rû ne. Pergala mêrên serdest ji bo ku rola pêşeng a jinan di civakê de tune bike, wan bê deng bikin û mafên wan biçewisîne, serî li rê û rêbazên cuda dide. (BI WÊNE)

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê saziyeke neteweyî ya kurdistanî ye, ev 24 sal e ji bo yekkirina mala kurdî li çar parçeyên Kurdistanê û diyasporayê tê dikoşe. (BI WÊNE)

Cotkarên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê destnîşan kirin ku divê her kez berhemên xwe yên çandiniyê biparêzin. Her wiha diyar kirin ku ev rêbaz, girêdana bi axê û hevkariya bi hêzên ewlehiyê re, xurttir dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê piştî ku berî Şoreşa Rojava di bin bandor û kontrola hişmendiya Baas de bû, êdî bûye dibistaneke hunerî ku nifş jê derdiçin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

MSD`ê bi dirûşma “Pêşketinên siyasî li ser qada Sûriyeyê û bandora wê li ser nasnameya komkar û nîştimanî” panelek li hola ciwanan a bajarokê El Sewr ê Dêrazorê li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Rewşenbîrên kantona Efrîn û Şehbayê ji bo xelatkirina kesên di pêşbirga Şehîd Gerzan de bi ser ketine, şahiyekê li hola Kampa Serdemê li dar dixe saet di 13:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)