​​​​​​​Berxwedana xelkê Mexmûrê ket roja 5`an

Berxwedana xelkê wargeha Mexmûrê ya dijî hewldanên dorpêçkirinê bê navber dewam dike. Iraq di têlkirina derdora wargehê de bi israr e, heya niha jî tu encamek ji hevdîtinan derneketiye.

​​​​​​​Berxwedana xelkê Mexmûrê ket roja 5`an
24 gulan, 2023   06:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji 20’ê Gulanê ve Artêşa Iraqê hewl dide derdora Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi têlan dorpêç bike, ji bo vê jî 5 roj in bi çek, bendên dorpêçê û sedan leşkeran ve vê hewldana xwe didomîne.

Berxwedana xelkê Mexmûrê a dijî dorpêçê jî bê navber dewam dike. Iraq heya niha jî bi israr e ku derdora wargehê têl bike, tevî gelek hevdîtinan jî heya niha ti bersivek erênî nehatiye dayîn.

Sekna penaberan ya dijî dorpêçê duh bi şev jî dewam kir û niha jî bi sedan şêniyên wargehê di konên berxwedanê de li ber xwe didin.